Serê li ber minetan, bila biçe li nav ziyaretan...


Di zargotina Kurdan de ev gotin jî weke gelek gotinên din ên di 
zargotina Kurdan de nîsanî serbilindbûnê dike û dibêje ku, “mirovê ku 
bi minet û bi girêdayina hin kesan bijî, ku bimire ji wê xwestir û giranbihatir e.”
Serhatiya vê gotinê ku serencameke bicos dihêwirîne digihîje maqûlekî û xulamê wî:


Dibêjin,

Rojek ji rojan, maqûlek û xulamê wî li ser tewanbariyekê ji 

aliyê hukmata wê demê ve tên girtin. Ku wan derdixin dadgehê, 

der barê xulamê wî de berat, der heqê wî de jî cezayê daliqandinê 

derdikeve. Ji pêyî cezadanê dadger ji yê maqûl re dibêje:

-Qutiyê xwe bike, emê pistî sê rojan te bixeniqînin. Tistê ku 

maqûl bêjî tunebû, got:

-Heta we ez daliqandime bila xulamê min li gel min be.

Dadrês û heyeta dadgehê daxwaza wî qebûl dike, herduyan 

bi hev re davên binê zindanê. Di zindanê de maqûl li ber mirina 

xwe dikeve, hemû deman dilê wî nexwes dibe, bi vî awayî maqûl 

ji xwarin û vexwarinê dikeve, xulamê wî dibêje:

-Axayê min, ji ber çi dilê te nexwes e û rûyê te nakene? Axê got:

-Malwêrano, ma tu nizanî ku wê min du rojan sûnde bixeniqînin! Xulamê wî got:

-Heke te divê, ezê te birevînim û ji vê rewsa kambax bifilitînim. Axê got:

-Xwezî min dîtibûya ku ez vê carê jî ji destê mirinê qeristîm. 

Ji vê zindanê derkevim roja ronik, lingê min bikeve ser çiyayên 

Kurdistanê, axa welatê delal. Xulam got:

-Rev û xilasbûn gelek bi hêsan e. Bila berê te îsev li min be, bê 

ka xulamê te çi dike!

Xulamê wî gelek bi hêz û egîdekî mêran bû, xwe li dîwar 

bida dê bifelisanda. Ku sev daket, xulam rabû, destên xwe avêtin 

sîsên pencereyan, hemû bi destan hilkirin avêtin wê derê. Axayê 

xwe ji zindanê derxist, bixwe jî kete pê û herdu bi hev re reviya, 

xwe gîhandin çiyayên Kurdistanê. Di ser reva wan re gelek zeman çû, lê dibêjin, “Xwes dibe sûna xenceran, xwes nabe sûna 

xeberan.” Ku li kîjan deverê axa û xulamê wî bi hev re rûdinistin, 

xulêm ji axayê xwe re digot:

-Heke ez nebûma niha tu xeniqandibûn. Belê min hesinên zindanê hilkirin û tu revandî, ji xeniqandinê xilas kirî. Ne carekê ne 

duduyan ne sisêyan… Hema li ku derê rûnistibana xulam qala 

mineta xwe ya li ser axê dikir. Rojekê da dilê axê. Axê ji xulamê 

xwe re got:

-Nehle li ew canê ku te rizgarkirî be, ma mezinên me belasebeb negotine, “Serê li ber minetan bila biçe li nav ziyaretan.” 

û xencera xwe ya destîsedef ji kalanê wê kisand û li ser dilê xwe 

da…