Emanet, heta qiyamet...


Li gorî kevnesopiya Kurdan, emanet, pîroz tê qebûlkirin û xiyanet li 
tistê emanet nayê kirin. Di jiyana Kurdan ya civakî de gelek nirx hene ku 
her yek weke qadekê ye. Ji wan qadan yek emanet e. Dema peywir û erka 
kesekî ya di civakê de di kîjan astê de be jî (bas an xirab) nikare xiyanetê 
li emanet bike.
Binyata vê gotinê diçe digihîje serhatiya kesekî diz ku serhatiya wî 
gelek balkês e:


Dibêjin,

Carek ji caran, dizekî bi navê Elo yê gelekî bi nav û deng hebû. 

Rojekê Elo, ji bo nihêrîna der û doran, di berbanga kûr de, ji mala 

xwe derket. Xwe berda kolanên çarsiyê. Çavê xwe li der û beran 

digerandin, ka dê bikaribe ji xwe re çi bibe, çi nebe. Wê demê ji 

aliyê kolanê yê jêrîn ve zilamek li ber çavên wî ket. Elo ew sopand, 

kete peyî wî û çû. Elo, ji tistê li destê wî camêrî fêm kir ku ewê biçe 

hemamê. Elo hinekî din bi baldariyeke hisyar ew sopand. Dinê hê 

tarî bû, dema ku mirov bala xwe bas nedaya kesekî, nedikarî wî 

bas nas bike. Ji bo ku Elo xwedî gelek ceribandinan bû û di karê 

xwe de jêhatî bû, di pêsdîtina xwe de sas derneket. Zilam rast çû 

ber deriyê hemamê. Wê demê hevalekî wî rast hat, silav û merheba li hev kirin. Wê demê Elo nêzî wan bû. Hevalê zilam xatir ji 

xwest, zilam fêm nekir, daxwaz kir ku kîsê xwe yê ji diravan 

tije û tistên xwe yên din ên biqîmet bispêre wî. Li kêleka xwe tistê 

xwe dirêjî hevalê xwe kir. Lê hevalê wî êdî çûbû. Elo sûna hevalê 

wî zilamî tijî kiribû. Loma zilam tistê xwe li sûna hevalê xwe da 

destê Elo. Elo tistê wî zilam ji dest girt.

Zilam bi qesta hevalê xwe, bi nezanîn ji Elo re got:

-Heta ez derketim ew tist emanetê te ye. Zilam bi dilê rehetî 

çû hemama xwe. Emanetê wî di destê Elo de ma. Elo ji xwe bawer 

u sêlandin dê ewqas bi rehetî bibe. Kete tefekurê, keser li 

ser keserê kisand. Ji bav û kalê xwe bihîstibû ku, “Emanet heta 

qiyamet.” Ji aliyê din ve jî, bê ked û bê zehmet, nan hatibû derî. 

Nedizanî ku dê çi bike. Raman li ser ramanê hate Elo, mêjiyê wî 

belawela bû, ne karibû ku biçe rê li ser xwe wenda bike, ne jî 

dixwest ku nanê hatî ber dêrî, ji devê xwe derxe. Di nav dudiliyê 

de keser li ser keserê hate Elo. Elo, di wê hênikahiya sibê de li 

ber deriyê hemama res xwî da. Di dawiya dawîn de biryar da ku 

emanet dîsa sax û selamet bispêre xwediyan. Wisa li ber deriyê 

hemamê rawestiya. Dema xwediyê emanetê hat, Elo ber bi wî ve 

çû. Tistê wî dirêjî wî kir û got:

-Ewe tistê te… Zilam ew nas nekir, got:

-Tu kî yî? Elo got:

-Ez diz im. Zilam sas ma. Got:

-Ew tistê min bi te re çi digere? Elo got:

-Dema te tistê xwe dirêjî hevalê xwe kir, ew çûbû, ez ketibûm 

dewsa wî. Te jî di hingûra sibê de, li sûna hevalê xwe tistê xwe 

sparte min.

His ji serê zilam çûn, careka din heyîrî, got:

-Ku tu diz î, nan hatibû ber lingê te, te çima ji nû ve li min 

vegerand? Elo got:

-Ezbenî, ez li hizra sêlandina te bûm, min gelekî tu sopandî. 

Lê dema ku te tistê xwe sparte min, rengê bûyerê guherî. Ez fikirîm ku, li emanet nabe xiyanet. Ez diz im, lê ne bênamûs im…