Ker ket herriyê, ji xwediya quwettir nîne...


Dibêjin, dema ku rûdaneke nebas bê serê mirov, kes bi dil û can pist-giriya meriv nake. Ji bo wê dîsa kar dikeve ser milê mirov bixwe.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya kesê ku kera wî ketî herriyê û dîsa bixwe ker ji herriyê derxistiye:


Dibêjin,

Rojek ji rojan, mirovekî zadegan bi cil û bergên nû û spehî, ke-rek ji tistên xwarinên zivistanî yên xwes bar kir. Bixwe jî li kereka din siwar bû, berê xwe da gundê dostekî xwe ku biçe serlêdana wî… Dema ku ew mirovê zadegan hat nêzîkî gundê dostê xwe bû, gundiyan ew dît û ber bi wî ve hatin. Wê demê zilam di ser coyê re derbas dibû. Ji ber ku rêya wî dûr bû, kera ku bar li pistê bû, di bin bêr de kete nav herriya coyê.

Xortên gundî li serê wî civiyan. Bi serê tiliyan rahêlistin barê kerê ku wê ji herriyê derxin. Lê kêrî xelaskirina kerê nehatin. Zilamê xwedî dost, bala xwe da wan xortan, dît ku tu kes ji wanan ne bi dil û can in. Hemû ji udan re destê xwe didine kerê. Zilam xwe ji ser kerê avête erdê, hat di nav herriyê de ket bin barê kerê û ker rakir ji herriyê derxist. Cil û bergên wî yên nû û spehî hemû di herriyê de man. Dema pista xwe rast kir, nihêrî ku dostê wî li rex wî rawestiye, ji xortan re qehirî û got:

-Ma ji me re ne serm e ku mêvanê me, dostê me yê ji bav û kalan yê zadegan ketiye vî halî, hemû cil û bergên wî bûne herrî? Dostê zilam dirêjî xortan kir ku li wan bide, lê zilam got:

-Destê gerî be, ker kete herriyê, ji xwedî quwettir nîne…