ASYAYÊ
Axao hey li min li min li min
wê maqûlo hey li min li min li min
Asyayê bi sê denga bang dikirî go de lê lê Besrayê
dayê rebenê sibe ye şereka li me çêbû qaleka li me qewimî
li sûra kafirî Salah li hewşa kafirê Emîr Tûman
weyla li mi nemayê tu sêr bike îro ji êvar da li ser kaniyê
îro ji êvara Xwedê da tê girmîna tometîka vî zalimî, nemînim sewta vê boriyê
Ecem e beşîncî mezheb e dîn û duşman e
gule barûdê bi ser serê me da dibarîni fenanî taviyê
va zalima dîn û duşman e
tu sêr bike li me biriye nade me da deqe û mohlet û saniyê
Besrayê bi sê denga bang dikirî go Ferzende mala te xira be
te digo ez Ferzende me ez Ferzende me
ez bavê Elfesiya siwarê Eznawir im
xwedanê kuçuk çapiliyê me
li welatî dordincî ordiyê mêr ser mi ra qe tunene
go Besrayê agirê kulê di qapiyê te ketê
ezê bi cotek gulê tometîka vî zalimê birîndar im
eva ne şerê Hesenan e
ne şerê Heyderan e
ne şerê Cibiran e
ne şerê donzdeh bavê eşîrane
hewşa kafirê Emîr Tûman e
Ecem e beşîncî mezheb e, bê dîn û bê îman e
li ser serê me hurmînê topan e, girregirrê tometîkan û makînilyan e
li me biriye deqe û saniyê
nade me da tu mohlet û tu eman e
gavê din da li qarişî şerîata Mihemed sekiniye
ji êvar da ji min ra dixwîni meydan û fermane
îro ji êvara Xwedê da ezê bi cotek gulê tometîka vî zalimê birîndar im
cinyazê Silêmanê Ehmed komê Hesena li pêş çavê min e
heyfa mi nayê bi kuştina Silêmanê Ehmed koma Hesena ne
heyfa min tê li wê heyfê ji êvara Xwedê da
li qarîşê mi ji mila vekirin rutbe û nîşan û elametê Hemîdiyê
Lo axao wele nabî, bîle nabî
şer giran e, Keremê Qolaxasî mêrkî mêrxas e bi sê gula birîndar e
tê kuştinê tu caran tu zemana jê venabî
cewabekî nebixêrê hatî dibêje îro sê roj û sê şev e
erz û eyalê Mala Emer li kaviliya Îranê,
li ser piştê manegiya cî nabîne star tunîne lê peyabî
esker em bin esker em bin em berxê Mala Emer bin
qaçaxê Romê bin, firarê dewletê bin
Kerem digote Evdal digo
em du peyayê Mala Mistefa Axa, du tayê bi tenê bin
berxê Mala Evdalê Mistê bin
bi malekî minanî Mala Emerê gulîxwûn ra bi heval bin
sêr bike li me û li vê zilmê
çar tixayê Qeceran û sêrbazan û papaxgenî derê qonaxa li me bigirin
me herdu malê bi gulîxwûn ra bibêjin
lawo tifingên destê xwe daynin teslîmê nêçelîngê me bin
Ê de lêxin bavê bavê mino de lêxin
sûstema ji hustiyê xwe da bînin
qûndaxê martêliyan û çepilya li erdê xin
em hene ji berê di paş da qaçaxê Romê ni
fîrarê dewletê ni berxê Mala Emer in
biçûk û mezinê me rabûni ranebûne
mirîd û canfîdayê Mala Şêx in bego
Bê axao hey li min li min li min
Asyayê bi sê denga bang dikirî go de lê lê lê lê Besrayê
dayê rebenê sibe ye şereka li me çêbû
qaleka li me qewimî li sûra kafirî Salah
li hewşa kafirê Emir Tûman dayê rebenê wa bigere
mi dî teyrê ecelê ji êvar da
li ser serê Silêmanê Ehmed komê Hesena tev digere
bawer bike qerebalix e yeqîn şer e
Asyayê digoti Besrayê da dayê dergûşa milê te lawîn e
tu bi destê Elfesya bigiri ji navê derkev here
go lê dayê rebenê ji te ra ne eyb e tu ji mi ra dibêjî gotinê were
bira dergûşa milê mi li dora lingê eşîra Mala Emer
herdu payayê Mala Mistefa Axa tev bigere
Besrayê bi sê denga bang dikirî go Ferzende mala te xirav be
te digot ez Ferzende me Ferzende me
ez bavê Elfesya, siwarê Eznawir im
xwedanê kuçuk çapilyê me
li welatî dordincî ordiyê mêr ser mi ra qe tunene
go Besrayê agirê kulê di qapiyê te ketê
ezê bi cote gullê tometîka vî zalimê birîndar im
cinyazê Silêmanê Ehmed komê Hesena li pêş çavê min e
eva ne şerê Hesenan e
ne şerê Heyderan e
ne şerê Cibiran e
ne şerê donzdeh bavê eşîran e
hewşa kafirê Emir Tûman e
Ecem e beşîncî mezheb e, bêdîn û bêîman e
li ser serê me hurmînê topan e, girregirrê tometîkan û makinilyan e
li me biriye deqe û saniye
nade me da tu mohlet û tu eman e
gava din da li qarişî şerîata Mihemed sekiniye
tu sêr biki ji min ra dixwûni meydan û fermane
cinazê Silêmanê Ehmed, komê Hesena li pêş çavê min e
heyfa mi nayê bi kuştina Silêmanê Ehmed koma Hesena ne
wele heyfa mi nayê bi tu heyfê, heyfa mi tê ji wê heyfê
gavê din da dikim nakim tiliya mina eşhedê ji xwe ra li mi nagere
Lo Axao wele nabî bîle nabî
şer giran e Keremê Qolaxasî mêrkî mêrxas e bi sê gula birîndar e
tê kuştinê tu cara tu zemana jê venabî
cewabekî nebixêrê hatiye dibê îro sê roj û sê şev e
erz û eyalê Mala Emer li kaviliya Îranê ser piştê manegiya
cî nabîne star tunîne lê peyabî
esker em bin, esker em bin em berxê Mala Emer bin
qaçaxê Romê bin, firarê dewletê bin
Kerem digote Evdal digo
em du peyayê mala Mistefa Axa du tayê bi tenê bin
berxê Mala Evdalê Mistê bin
bi malekî minanê Mala Emerê gulîxwûn ra bi heval bin
sêr bike li me û li vê zilmê
çar tixayê Qeceran û sêrbazan û papaxgenî derê qonaxa li me bigirin
ji van herdu malê bi gulîxwûn ra bibêjin
lao tifingên destê xwe daynin, teslîmê nêçelîngê me bin
Ê de lêxin, bavê bavê mino de lêxin
sûstema ji hustiyê xwe bînin
qûndaxê martêliyan û çepilya li erdê xin
em hene ji berê di paş da qaçaxê Romê ni
fîrarê dewletê ni, berxê Mala Emer in
piçûk û mezinê me rabûni ranebûne
mirîd û canfîdayê Mala Şêx in bego.