Ku gur hat pez, ku diz hat ez...


Dema ku tiştekî mirov yê ku mirov ji wendakirina wî bitirse tunebe, 
tirs nikare li dora mirov bigere. Mirovê maldar ji malê xwe, mirovê çeleng û bedew ji canê xwe ditirse. Dema herdu jî ligel mirovekî tunebin, 
tirsa wî/wê dike ji çi bibe.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya pîrejinekê û melayê gund:


Dibêjin,

Carek ji caran, pîrejineke bêkes, bê dûndan û bi tenê hebû. 

Weke ku her karê xwe bixwe didît, diçû ber pezê xwe jî. Rojekê 

pîreka reben li beyarê dîsa mîna her car pezê xwe diçêrand. Ew 

û melayê gund rastî hev hatin. Melê çaxêr li wê kir û pêve, got:

-Tu pîrejinek î, li vê beyara xalî, li ber vî pezî ma tu qet natirsî?

Pîrejinê awireke tinaz û tolaz avête ser rûyê melê û got:

-Çira bitirsim? Gur hat pez, diz hat ez.