Pîrê bawer nekir ku mêr bike, dema ku mêr kir hestek dawe kir...


Li vê dinê gelek kes hene ku tist û bûyerên ku bûyina wan gelekî zehmet e tînin xiyalên xwe. Lê dema ku xiyala wan dibe rast, vê carê xwe xwedî gelek tist û heqan dibînin û dest bi neqencî û daxwazên ku ne mafê wan in dikin. Di zargotina Kurdan de binyata vê gotinê digihîje pîrejinekê ku ji zewacê re dereng maye:


Dibêjin,

Carek ji caran pîrejineke heftê salî hebû, dixwest ku mêr bike, lêbelê ne kesî, ne jî pîrejinê bixwe bawerî bi bextê xwe anî ku dê mêr bike.

Di vê navberê de gelek dem borî, ji pîrejinê re li hev hat, kalemêrekî hat ew mehr kir…

Pistî ku demekê bi hev re jiyaneke bas derbas kirin, rojekê mêrê pîrê ket û mir. Mêrê pîrê gelek dewlemend bû û gelek mîrat li pey wî ma.

Berê pîrê bawer nedikir ku dê mêr bike, dema mêr kir vê carê hestek dewe kir…