Xwediyê sebrê, bû Mîrê Misrê...


Di zargotina Kurdan de ev gotin, bo jiyaneke bêbela, balê dikşîne ser pewîstiya sebrê. Herçendî ku binyata vê gotinê bigihîje serhatiya Ûsiv Nebiyê kurê Hz. Yaqûb ku piştî rênca ku dîtî, bi sebr û bênfirehiya xwe dibe Mîrê Misrê jî di nav gel de çîrokeke ku xwediyê serencameke balkêş e jî heye. Di vê serhatiya ku me ji devê gel girtiye de “sebrê” navê çêlekê ye, belê di gotinê de “sebir” di wateya bêhnfirehiyê de ye:


Dibêjin,

Rojek ji rojan, mirovekî belengaz û gelek bêhnfireh hebû. Mi-rovekî rast û paqij bû. Hîle û çiv di kar û barê wî de tunebûn. Ku her çi kar bikira, di dawiya karê xwe de xesar didît. Salekê, sal ji wan re xirab hat. Di malê de tiştek nema û jina wî ji wî re got:

-Vê çêlekê bibe mezatê bifiroşe, bîne ku em qût û zad bistînin û vê zivistanê zarokên xwe pê xwedî bikin. Zilam li ser gotina jinê, çêleka xwe ya ku navê wê Sebrê bû, da ber xwe û ajot bir mezatê ku bifroşe. Dema ku hat mezatê, yek derkete ber wî û got:

-Tuyê vê çêlekê çi bikî? Xwediyê Sebrê got:

-Ezê bifroşim, pê qût û zad bistînim. Zilam got:

-Tu çêleka xwe nadî bi vê bizinê, ev bizin gelek bi şîr e. Hew-ceyî ku tu qût û zadan bistînî nake, tuyê bizinê bidoşî, her roj zarokên te yê şîr û mastê bizinê bixwin. Xwediyê Sebrê got:

-Bila.

Girt çêleka xwe ya bi navê Sebrê da bi bizinê. Bi hefsarê bizinê girt, berê xwe ber bi mal kir ku vegere. Yek li pêşiya wî gerî, got:

-Tu wê bizinê nadî bi tûtikan. Ger tu wê bizinê bidî min, ezê du tûtikan82 bidim te. Wê her roj ji we re hêkên taze bike, zarokên teyê pê xenî bibin. Xwediyê Sebrê bizina xwe dide bi du tûtikan. Tûtikên xwe yên ku lingê wan bi tayî hatibûn girêdan davêje stûyê xwe, vedigere ku were mal. Di rê de tî dibe. Bîreke rêwiyan li ser

rê bû. Rast diçe ser bîrê ku dewlek av bikşîne, vexwe û pê dest û çavên xwe bişo. Bala xwe didê ku mirovekî bi cilên baş, tevî xu-lam û xadimên xwe li wir e. Mirov silavê li wî dike, ê din silava wî digire û xwe dinasîne. Dibêje:

-Ez Mîrê Misrê me, lê tu kî yî?

Xwediyê Sebrê, serhatiya xwe û Sebrê ji wî re dibêje bi şûnde,

Mîrê Misrê rewşa wî fêm dike, dibêje:

-Tu wan tûtikan bi vî kumê sîm û sirme naguherî? Xwediyê Sebrê dibêje:

-Bila. Kum ji Mîrê Misrê distîne û tûtikên xwe dide wî. Kumê dide serê xwe, diçe ku ji bîrê avê bikşîne. Dema xwar dibe, kum ji serê xwediyê Sebrê dikeve bîrê. Mîrê Misrê dibêje:

-Kuro te Sebrê da bi bizinê, bizin dan bi tûtikê, tûtik dan bi vî kumî, te ew kum jî xiste binê bîrê. Dema tu biçî mal, dê jina te ji te re çi bibêje?

Xwediyê Sebrê got:

-Qet tu tiştî nabêje. Mîrê Misrê ji wî bawer nekir, got:

-Çawa wê tu tiştî nebêje, wele ê bêhna te biçikîne. Xwediyê Sebrê got:

-Wele qet bêhna min naçikîne û tiştekî jî nabêje. Dema dubare wisa dibêje, Mîrê Misrê diqehire û dibêje:

-Ger tiştekî ji te re nebêje, ezê mîrîtiya xwe bidim te. Xwediyê Sebrê dibêje:

-Soz! Mîr dibêje:

-Soz, soza namûsê. Li ser vî şertî, Mîr û mahiyeta xwe û xwe-diyê Sebrê bi hev re diçin malê. Dibîne ku jina wî li mal e, di pêjîn-gehê de xwarinê amade dike. Xwediyê Sebrê, digre çîroka xwe û Sebrê ji jina xwe re vedibêje. Jina wî dibêje:

-Wey mala min, baş e ku tu bixwe neketiyî bîrê. Ma çi qîmeta çêlekê, bizinê, tûtik û kumê sirme heye. Tişt bi te bihata minê çi xwelî bi serê xwe kira. Dema jina xwediyê Sebrê wisa dibêje, Mîrê Misrê diheyîre. Lê ji ber ku soza namûsê dabû wî, xwediyê Sebrê bû Mîrê Misrê.