Dizî dizî ye, çi hêkek çi gamêşek...


Xerabî her xerabî ye. Tişt û karên xerab û nelirê, mezin an bîçûk, wek hev in. Dizî jî ji van tişt û karên xerab yek e, pirr û hindikê wê nîne. Lew ku di tebîeta diziyê de bêdadî û neheqî heye. Kesên diz, dixwazin tişt û nirxên ku ne yê wan in, bê ked û zehmet bi dest bixin.
Di zargotina Kurdan de binyata vê gotinê digihîje çîroka yekî diz û diya wî:


Dibêjin,

Carekê li bajarekî dizekî jêhatî hebû. Wî, ew bajar biribû ta-lanê. Ji ber ku ew diz, di karê xwe de mahir bû, şop û dews li pê xwe nedihîştin û kesî nedikarî wî tawanbar bike, heta ku şevekê gamêşek ji axûrê mirovekî destdirêj derxist. Wî jî nekarî îspatiyê lê bike, lê ji ber ku, destê wî dirêj û digihîşte hukmatê, ew da girtin. Jixwe qeyd û tomara dizê navdar li gel hukmatê zehf stûr bû. Ji wê bû ku dadgehê der barê wî de cezayê kuştinê da. Berî ku dikirin wî bibin darda bikin, ji ber ku ew kevneşopiyeke kevn bû, dozger li wî pirsî, got:

-Daxwaza te ya paşîn heye? Girtiyê diz got:

-Belê, dixwazim ji berî mirina xwe, carekê bi çavê dinyayê da-yika xwe bibînim. Daxwaza wî ya dawî, xwestekeke hêsan bû, dozger pandiyek rêkire pey diya wî, gazî wê kir. Roja ku dikirin wî bibin sêdarê, diya diz derxistin pêşberê wî, diz got:

-Dayê, dixwazim carê serê ew zimanê te yê pîroz maç bikim. Dayika wî ya ku hêsir ji çavên wê xalî nedibûn, ber bi wî ve hat, zi-manê xwe derxist, dirêjî lêvên lawê xwe kir. Gava lawê wê, zimanê wê girt, bi hêrs gezand û zimanê wê di ber de jêkir. Bû karriniya diya wî, her der di xwînê de ma. Peywirdarên ewlehiyê diya wî ji wî qetandin şûnde, dozger got:

-Hey kurê heram, te çi xwest ji wê rebenê! Diz got:

-Dozger efendî, min di xamciwaniya xwe de bi hêkek mirîşkê dest bi diziyê kir. Wexta min ew hêk bir radestî diya xwe kir, aqlê min hê av bû, li şûna ku diya min bibêje; tiştê ku ne keda destê te

û ne xwiya eniyê te ye, li te helal nabe. Girt ew hêk di miqilêgê de, ji min re kir qeyxaqne, da ber min. Çima dayika min bi ew zimanê xwe yê şêrîn, şîretên baş li min nekirin û wê demê pêşî li min ne-birrî, hêka wê rojê gir bû, îro bû gamêşek. Dozger got:

-Rast e, dizî dizî ye, çi hêkek çi gamêşek. Ji ber ku dizê navdar, çîroka xwe bi awayekî sosret raberî dozger û endamên dadgehê yên din kiribû, kêfa wan gelek pê re hatibû. Li ser vê yekê dad-gehê biryar da ku darvekirina wî bê betalkirin û doza wî careke din bê nirxandin.

-Rast e, dizî dizî ye, çi hêkek çi gamêşek…