Şêr, şêr e; çi jin e, çi mêr e!..


Ev gotin di zargotina Kurdan de nîşanî keseyatiya jinê dike ku di jiyana civakî de rola jinê ji ya mêr ne kêmtir e. Carna hin kar hene ku gelek mêr nikarin bikin, ji ber ku zerav û wêrekiya wan têra kirina wî karî nake, lê jin dikin. Weke ku mêrên egît hene, jinên egît jî hene.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya şêr û rovî:


Dibêjin,

Rojekê ji rojan li daristanê şêrek û roviyek bi hev re digeriyan.

Dema ku roj çû ava, şêrî ji rovî re got:

-Biraziyê rovî, jinmîr li hêviya min e, ez dereng mam, divê ez biçim mal.

Ew gotina mîrê daristanê li rovî ecêb hat. Rovî xwe sparte dil-soziya hevaliya şêr û bi qerfiyeke ku tehn dihêwirîne ji şêr re got:

-Mala qula mîrtiya te! Ma mîr ji jina xwe ditirsin?

Şêr bi awirên tund û xişmeke giran li rovî nêrî û li wî vegerand û got:

-Hey ehmeq, ma tu nizanî ku ya li mal ne weke te rovî, weke min şêr e!

Rovî ji heybeta şêr tirsiya, destê xwe di hev dan û bi tewreke şelaq got:

-Rast e mîrê min, şêr şêr e; çi jin e, çi mêr e!