Tebîetê şîrî li şiwarê tê helan...


Ev gotina ku balê dikşîne ser esas û eslê mirov û nîşanî tebîeta însên dike, bi gelek teşe û vegotinên ji hev cuda ketiye zargotina Kurdan.
Binyata vê gotina giranbiha ku di zargotina Kurdan de herî zêde bi şêwaza “Kurmê şîrî, heta pîrî” meşhûr e û bi şeklê “Tebîet sêrî li fêrbûnê distîne” jî tê gotin digihîje serhatiya mîr û şêwirmendê wî:


Dibêjin,

Rojek ji rojan, mîrek li dîwana xwe rûniştîbû, gote aqildarê xwe:

-Tebîet xwerûtir e an fêrbûn?

Şêwirmend (aqildar) qet nefikirî û hema got:

-Mîrê min, tebîet her dem serî li fêrbûnê distîne.

Mîr qehirî. Bi pêçiya xwe pisîka xwe nîşan da û got:

-Ma tu nizanî ku ew ajala (heywan) min çawa ye? Dema ku em li ser xwarinê rûdinin, ew jî diçe dest davê mûmê, li ser piyên paşîn, li hemberî me radiweste, heta em xwarina xwe dixwin, ro-nahî li me dike. Ma ew ne marîfeta fêrbûnê ye? Min jî digot, qey tu bi tiştekî zanî, eyan e ku zanîna te ewqas e?

Aqildar bala xwe dayê ku gotinên wî rast in, hinekî xwe sist kir. Mîr rabû çû. Aqildar jî rabû çû mala xwe. Piştî ku aqildarê mîr tê mala xwe, gazî berdestikê xwe dike. Dibêje:

-Biçin ji min re mişkekî zindî bigirin û bînin. Berdestikê wî bi ya wî dike û ji wî re mişkekî zindî digre û tîne. Dema dibe roja din, danê êvarê, aqildarê mîr, serê tayekî bi lingê mişk ve girê dide, serê tayî yê din jî tîne bi bişkoşka sîngê xwe ve girêdide şûn-de mişk ji çengê xwe re berdide jêr û bi wî tewrî diçe dîwana mîr. Dema şîvê ye, ji bêhnekê pê ve bergêşa xwarinê tê sazkirin. Pisîk dîsa wekî her car diçe mûma xwe tîne û li hemberê wan dûvika xwe dike erdê û radiweste.

Dema mîr û maîyeta wî dest bi xwarina xwe dikin, aqildarê mîr ji nişkave tayê lingê mişk ji bişkojka sîngê xwe vedike û wî raste meydanê dike. Mişk dike kiştekişt, xwe davêje nav bergeşê. Lalî û sinî tevlî hev dibin, dema çavên pisîkê li mişk dikeve, dibê “nirrr!” û xwe li nav guhê mişk werdike. Mîr berê xwe dide aqil-darê xwe, dibêje:

-Malxirabûyê xwelîser, çi bû ku te wiha kir? Aqildarê mîr di-bêje:

-Mîrê min, te dît ku çawa tebîetê, serî li fêrkirinê stand? Mîr diheyire. Destê xwe davêje rûyê xwe. Aqildar dibêje:

-Mîrê min, tebîetê şîrî li şiwarê tê hêlan.