Heçî kanûn şev û rojek be jî gelek e...


Di zargotina Kurdan de, bi dehan Gotinên Pêşiyan ên li ser avhewa 
û kişweriyê hatî gotin hene ku mirov di derbarê rewşa meh û demsalan 
de xwedî zanîn dikin. Ji van gotinan çendek ên ku di derbarê taybetiya 
mehan de agahî didin mirov, wek ên li jêr in:
-Adar e dew li dar e.
-Adarê, berfê da guliyê darê, nema heya êvarê.
-Sibatê berf û ba tê,
-Nîsan e dew li kîsan e,
-Gulan e demsala beybûnan e,
-Hejdehê Hezîranê, sal berê xwe dide zivistanê.
Binyata vê gotina pêşiyan, ku herwiha me der barê kanûnê de xwedî 
zanîn dike, digihîje serhatiya mirovekî pîr û heft kurên wî:


Dibêjin,

Carek ji caran li gundekî ku rê û rêbar pê nakevin, mirovekî 

pîr û heft kurên wî bi hev re dijiyan. Gund li quntara çiyayekî bû, 

zivistanên wir gelek dirêj û dijwar diborîn…

Zilamê pîr gelek zana û aqilmend bû, hemû gundî bi wî qane 

dibûn. Li şîretên wî guhdar dikirin û digirtin. Demsal zivistan 

bû. Şevekê li oda gund, mêrên wî gundî rûniştibûn û qala rewş

hewayê dikirin. Zilamê pîr ji mezinên gund re got:

-Heçî kanûn şev û rojek mabe jî gelek e. Mêrên gund bi hev re 

gotin, rast e.

Zilamê pîr berdewam kir û got:

-Ya ku min ji rewşa hewayê seh kirî, ji îşev pê ve gelek berf 

dê bikeve. Pêwîst e hûn amadekariya xwe bikin. Ji ber ku amanê 

nade we, heta hûn biçin ser destavê jî… Li ser xeberdana zilamê 

pîr, hemû kesên li wê civatê mendexoş man. Baweriya xwe bi wî 

dianîn, lê ne ewqas ku roja kanûnê yê paşîn, ew berf û sermaya 

mezin dakeve…

Dema bû sibe, kalê her heft lawên xwe li xwe kom kirin. Got:

-Kurên min, bi min jî ne xweş e, lê ji bilî wê rêya me ya ku em 

pê de biçin nema. Herin gayê zer bînin ku em serjêkin.

Lawên wî bervêdana wî kirin û yê mezin got:

-Lo bavo, ma tu kor bûye ku gayê zer serjêkî. Heke ew nebe 

emê saleka salanî xwe bi çi xwedî kin?

Kalê zanyar got:

-Kurê min, ger hûn vê saetê vî gayî serjê nekin, hûn tu cara 

nikarin biharê bibînin. Ji ber ku berfeke gelek mezin têye, hemû 

kes wê di mal de asê bimînin… Lawên wî fêmkirin ku bavê wan 

xwedî biryar e, sedî nod gotin û texmînên wî jî ne vala ne, girtin bi 

ya bavê xwe kirin. Gayê zer serjêkirin, qelandin û rakirin.

Berêvarî belekiyên berfê ji hemberî gund xuya bûn. Pêve berfê 

erd girt, heta êvarê bê navber barî. Ji serbanan bilindtir bû. Êvarê 

jî heta sibê tim û tim barî û barî. Roja din dîsa wisa dom kir. Heft 

rojan berf û pûgê nehêlişt ku kes ji mala xwe derkeve biçe destavê 

jî. Kalê û kurên wî bi qeliya gayê zer ew heft rojên asê îdare kirin. 

Dema berf sekiniya, kurên kalê li nav gund geriyan. Dîtin ku ji bilî 

wan kes ji wî gundî sax nemaye, zivirîn hatin cem bavê xwe. Ew ji 

rewşa gundiyan agahdar kirin pêve, bavê wan got:

-Kurê min, vê tu caran ji bîr nekin, heke kanûn roj û şevek be 

jî gelek e…