Durrî bide durnasan...


Dema mirov karek da yekî, divê mirov bide kesên ehil û ên ku ji wî 
karî fem dikin. Di zargotina Kurdan de wekî vê gotinê gelek gotin hene. 
Yek ji wan: “Nên bidin nanpêj, bila nîvî bixwe nîvî jî birêj.” Gotineke 
din jî heye, dibêjin, “Kar bê hosta heram e.” Bê şik e ku ji van her gotinek 
xwedî serhatiyekê ye û di nav wan de şîretên bê hempa hene.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya suxte, xwediyê germavê û seydayê wî:


Dibêjin,

Rojek ji rojan, suxteyê seydayekî çû germavê. Dema ku serê 

xwe şûşt, kir ku derkeve biçe mala xwe. Xwediyê germavê bi ber 

pîskê wî ve girt û heqê serîşûştinê ji wî xwest. Suxte pê hesiya ku 

pere bi wî re nînin, rewşa xwe kir ber xwediyê germavê. Xwediyê 

germavê mirovekî çavbirçî û keysbaz bû, qebûl nekir. Vê carê suxte nîvê qezenca xwe peşniyazî wî kir. Lê xwediyê germavê dîsa 

qebûl nekir.

Ji ber vê yekê suxte ji sê parên qezenca xwe du par peşniyazî 

wî kir. Xwediyê germavê ew jî qebûl nekir. Suxte got:

-Min di nav hevalên min de nehetikîne, mirov li mirovan wiha 

nake.

Xwediyê germavê qîma xwe bi gotinên wî neanî û dîsa pereyên xwe xwestin. Ku suxte çi got, ew qane nebû. Şaşikê suxte ji 

serê wî danî, da paş xwe û got:

-De here pereyên min bîne, şaşika te li vir e.

Suxte bi rûye hetikî û dilê şikestî hat mizgeftê pereyên xwe 

birin dan destê xwediyê germavê û şaşika xwe jê stand. Vegeriya 

û dest bi firotina pirtûkên xwe kir. Ji hevalên wî yekî got:

-Tu çi dikî?

Suxte got:

-Ez êdî naxwînim.

Ji hevalên wî yek çû seydayê xwe agahdar kir. Seyda bi vê xeberê dilnexweş bû, ji ber ku suxteyekî xebatkar û jîrek bû, hema 

dev da rê hat gel suxteyê xwe û got:

-Tê çi ji van pirtûkan bikî?

Suxte got:

-Seyda, êdî ez naxwînim.

Seyda bi vê biryarê aciz bû û ji ber ku wî ji biryara wî vegerîne 

pir pê de ket. Suxte jî serhatiya xwe û xwediyê germavê ji wî re 

got. Seyda kesekî zana û aqildar bû, destê xwe avêt berîka xwe, 

tiştek jê deranî, kire çengê wî û got:

-Kurê min! Vê tiştikê berê bibe cem hesingerekî, piştre bibe 

cem necarekî, di dawiyê de jî bibe cem durrfiroşekî. Bihaye wê 

hîn bibe, lêbelê nefiroşe. Bîne û bê.

Suxte ew tiştika ku seydayê wî dabû wî, xiste berîka xwe, dev 

da rêya çarşiyê û çû. Berê hat ber dikana hesinger. Tiştika xwe 

şanî wî da û got:

-Tu vî nakirrî?

Hesinger xwîdana li eniya xwe bi destê xwe rêş kir û ji wî re got:

-Ew kêrî pênc pereyan jî nayê. Ma ezê çi ji wê bikim?

Suxte xatir ji hesinger xwest û ji wir veqetiya. Vê carê hat ber 

dikana necarekî û got:

-Tu vî nakirrî?

Necêr got:

-Belê, ew tiştekî xweşik e. Ezê ji bo wê deh pereyan bidim kurê 

xwe.

Suxte got:

-Baş e. Tişta xwe jê stand, xiste berîka xwe, xatir ji wî jî xwest 

û çû. Suxte hat li ber dikana durrfiroş rawestiya. Silav dayê û kete 

hundir. Tiştika xwe ji beriya xwe deranî, şanî wî da û got:

-Tu vî tiştikî nakirrî?

Dema ku durrnas dura di dest suxte de dît, got:

-Bihayê wê sed û bîst zer in; bîst kara min û sed jî ji te re. Suxte 

fêm kir ku ew tiştê di dest de durreke giranbiha ye û gelek birûmet e.

Kesên nezan tu biha di wî nedan. Dura seydayê xwe xiste berîka xwe, rêya mizgeftê girt û hat li hizûra seydayê xwe rawestiya. 

Seyda got:

-Te çi fêm kir?

Suxte got:

-Hesinger got, bi kerî pênc pereyan nayê, min navê. Necar, gelek di destê xwe de zivirand û got, ew dîndoq gelek hêja û xweşik 

e. Ji bo pêleyîstina neviyê min, ez deh pereyan di wê didim. Lê 

durrfiroşî hê ku di destê min de bû ew nas kir û got, bihayê wê 

sed û bîst zêr in, bîst ji min re, sed ji te re.

Seydaye wî got:

-Bêje kurê min, heta ku ew nekete destê durrnas, bi kerî çend 

pereyan dihat. Dema kete destê hostayê xwe, bihaye wê gelek giran bû. Pewîst e durrî bidî durnasan. En wekî xwediyê germavê jî 

bihaye ilm û xwendinê nizanin. Suxte li ser vê yekê dev ji biryar

xwe berda û got:

-Xebera te ye Seyda. Lazim e mirov durrî bide durnasan…