Derdê kezebê, da ser ê siwarê neqebê...


Li ser rûye dinê, tu derd weke derdê kezebê ne dijwar e. Sotiya wê 
pêşiya her derd û êşê dibirre û bi mirov dide jibîrkirin.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya jineke Kurd ku ji derdê mirina 
kurê xwe, mirina birayê xwe jibîr dike:


Dibêjin,

Carek ji caran, nijde û talan hate ser gundekî. Piştî ku talan

gund birin, mêrên gund ji der de hatin, fêm kirin ku gund hatiye 

talankirin. Amadekariya xwe kirin û li pey talankeran ketin çûn 

ku talana xwe vegerînin.

Li geliyekî, siwarên talankeran û gundiyan hatin hember hev. 

Di navbera wan de şerekî dijwar derket. Sê roj û sê şevan wisa tî 

û birçî, bi hev re şer kirin û hevdu şikandin. Xwîna gelek mêran 

rijiya. Hin mirin, hin birîndar bûn; kêm kes sax û silamet vegeriyan mala xwe.

Dema ku xebera rawestîna şer li nav gund belav bû, jin, zarok 

û rîsipiyên gund bi hev re çûn ser termên xizmên xwe.

Jinek jî tevlî wan bû, berê jê re gotin birayê te jî di vî şerî de hatiye kuştin, termê wî li neqebê ye. Birayê wê xweşsiwar bû, ewqas 

bi bayê bezê hespa xwe diajot ku gelê heremê jê re digot “siwarê 

neqebê.” Jinikê li ser siwarê neqebê lorand, rûyê xwe rûçikand, 

da hewaran û ber bi termê wî ve beziya. Di wê navberê de, nihêrî 

ku termê kurê wê jî va ye li wir e. Dema çavê jinike li termê kurik 

dikeve, kezeba wê yekser dişewite. Kesereke kûr dikêşe û dibêje:

-Derde kezebê, da ser ê siwarê neqebê.