Gotin kerê: “Erwaz xweş e, ne nişûv?”
Kerê got: “Ma berwarî tune…”


Gelek mirov hene ku hiş û mêjiyên wan ne li gor hêsankirina karan, 
li gor zor û zehmetkirina karan dişixule. Ji wê ye ku kesên wisa her dem 
kar û barê li ber mirov zehmettir dikin.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya mirovekî û kerê:


Dibêjin,

Carekê mirovek bi rêyekê diçû, rastî kerekê hat ku barekî giran li ser pişta wê ye. Mirov nêzî kerê bû, ji wê re got:

-Kero, erwaz xweş e, ne nûşiv?

Germa havînê kera reben di bin barê xwe de hilkehilk bû. Ew 

merivê ehmeq jî pirseke wisa li wê kiribû. Wê gavê kera reben a 

ku bi pirsa ew merivê ehmeq êşiyabû, lavaya Xwedê kir. Xwedê 

jî lavaya kerê qebûl kir û ker hate zimên, ewil di ber xwe de got: 

“Xwedêyo, ew fehmê însên çiqas çewt û sosret e!

Piştre vegeriya ser zilamî û ji wî re got:

-Kuro ma qey berwarî tune?