Gotin dîko: “Tu kedî yî yan kûvî?”
Dîk got: “Ez hevalê xwe bi ser bistikê ve dibînim.”


Hîç tu tist ne weke xuyandina xwe ya ji derve ye. Her xwesî û rehetiyekê nexwesî û zehmeteke wê heye.
Di zargotina Kurdan de binyata vê gotinê digihîje serhatiya dîk û 
qijikê:


Dibêjin,

Rojek ji rojan mêvanê zilamekî dewlemend hatibûn. Mazûban 

dakete koxikê ku dîkekî an mirîskekê jê re bigre û serjêke. Dîkek 

bi ber destê wî ket. Kir ku dîk serjêke, dîk ji ber destên xwediyê 

xwe filitî. Dev da rê reviya û canê xwe xilas kir. Ber bi daristanê 

ve çû... Dema ku dîk hat daristanê, bêhna wî çikiyabû. Ji tirsan 

re dikir ku bimire. Li pas xwe nihêrî ku kes tuneye, bêhneka kûr 

veda û bi çiriya dengê xwe bang da. Wê demê qijikeke res li ser 

spîndarekê dana bû, dema dîk dît, hat li kêleka wî dana, çaxêr li 

dîk kir sûnde got:

-Ez meraqa we kediyan dikim, gelo jiyana we çawa ye, rabirdûya we kediyan jî weke ya me kûviyan bi ês û kelem e?

Dîk ji qijikê re got:

-Wele stiya qijik, rabirdûya me kediyan bas e. Dema ku em hê 

ji hêkê derneketine, xwediyên me amadekariya me dikin. Dema 

ku em ji hêkê derdikevin pînên me yên germ û parastî amade ne. 

Em diçin di wan pîn û koxikan de jiyaneke rehet û bi sayî derbas 

dikin. Qijikê got:

-Ger rabirdûya we ewqas bas e, dibê pêseroja we jî bas be. 

Kekê dîk, tu pêseroja we çawa dibînî?

Dîk li hemberê wê pirsê kesereke kûr kisand û got:

-Wele stiya qijik, ez di pêserojê de hevalê xwe bi ser bistikê ve 

û li ser agir dibînim...

Qijik bi rews û helwesta dîk xemgîn bû, lêborîna xwe ji wî 

xwest, bi hewa ket, firiya û çû...