Timahî gû bi mirov dide xwarin...


Di zargotina Kurdan de timahî (timayî) herdem bi tûndî hatiye rexnekirin û di vê mijarê de gelek Gotinên Pêşiyan ên giranbiha hatine gotin. Binyata ew gotina ku di folklora Kurmanciyê de, bi şêwaza “Timahî 
fenahî ye.” jî tê gotin, digihîje serhatiya mirovekî pîr û zarokekî hişyar 
û jîrek:.


Dibêjin,

Rojek ji rojan, mirovekî bi rih û rehman, ji mala xwe derket ku 

here mizgeftê. Dema ku hat binê taxê, li kolanekê dît ku zarokek 

di destê wî de guleyek zêrînî heye û pê dileyize.

Guleya zêrînî hiş ji serê wî birin, şeytan kete bêvila mirov, nêzikî zarok bû û got:

-Kurê hêja, tu wê guleyê nadî kalikê xwe?

Lawik gelek hişyar û çavhilkirî bû, dît ku kalê çavên xwe di 

zêr de zer kirine, got:

-Belê, çima nadim, lê şertên min hene.

Kalê got:

-Bibêje ka şertê kurê min çi ye? Lêwik, bi pêçiya xwe sila gû 

nîşan da û got:

-Heke tu ji vê silê tiliyekê bixwî, ezê vê guleyê bidim te.

Kalê carekê li sila gû, carekê jî li guleya zerîn nihêrî, paşê li 

doraliyên xwe nihêrî ku kes li wan deran tuneye, tiliya xwe tê de 

kir û bir devê xwe, xwar.

Pişt re lêwik got:

-Hinekê jî di rihê/riyê xwe bide.

Kal fikirî û di ber xwe de got:

-Me xwe carekê di vî karî re kir, hê ku kes li dora me tune em 

bi dawî bikin. Careke din tiliya xwe tê de kir û bir bi rihê xwe, ew 

gû di rihê xwe ve sûtikand. Got:

-Temam bû… De ka guleya kalê xwe bide ku ez herim.

Di wê navberê de lêwik gule kiribû destê xwe û hinekî jî bi dûr 

ketibû, got:

-Hey kalê gûxwar, tu bi wî aqilê xwe yê gûxwar zanî ku ew zêr 

e, çima ez nizanim ku zêr e.

Lawik beziya û wenda bû. Kal, teva rihên xwe yên bi gû fikirî 

û ji xwe û xwe re got:

-Timahî gû bi mirov dide xwarin…