Rizqê gurê kor, Xwedê disîne…
Li gorî baweriyê tê yeqînkirin ku her zindî bi rizqê xwe ve tê dinê û
ku ew rizq li ku be, tistek an bûyerek dibe hêcet û ew rizq tê xwediyê xwe
dibîne.
Me ji bo binyata vê gotinê du serhatiyên ku di nav gel de tên gotin
dîtin, lê ji van serhatiyan kîjan binyata vê gotinê ye me nekarîbû ji hev
derxin:
Dibêjin,
Carek ji caran mirovekî sivan hebû, gelek hez ji karê xwe dikir.
Her roj bi kêf û henek di berbanga kûr de pezê gundiyan ji ber deriyê wan kom dikir, dibir serê çiyan û li ser gîhayên sîn û xwesik
diçêrand. Êvaran jî dîsa pezê gundiyan li mal û afirên wan belav
dikir, dihat mala xwe.
Her roj karê wî ew bû. Rojekê berêvarî vegeriya gund, pezê
gundiyan bi hêjmar sparte wan. Bala xwe dayê ku mîhek kêm e.
Ji meraqan re wê êvarê xew nekete çavê sivên. Bû sibe pez ji gund
derxist, pistî çêrê; êvarê vegeriya gund. Hejmart ku dîsa pezek
kêm e.
Xem û fikara sivên hinekî din zêde bû. Lê her roja Xwedê êvaran pezek kêm dibû. Niva gundî jî aciz dibûn. Rojekê, sivên sop
ajot. Bala xwe dayê ku dema vegerînê pezek ji kerî veqetiya, berê
xwe da çiyê û çû. Sivan li pas, mî li pês demeke çûn, sivan bala
xwe didê ku mî çû kete sikeftekê. Sikeft tarî bû, sivên dît ku di
dawiya sikeftê de gurekî kor û pîr veketî ye mî çû li ber wî mexel
hat. Gur rabû, gewriya miyê girt, dirand û dest bi xwarina wê kir.
Sivan heyîrî û di ber xwe de fikirî, ji xwe û xwe re got:
-Xwedayo, ya Rebbî! Li vî gurê kor û ketî û li vê miha bêguneh
û fehmkêm ku hat bû rizqê gurê kor? Xuya ye ku rizqê gurê kor
Xwedê disîne. Madem rizq yek e, bila ji vê pê ve ehd be ku ez tu
karî nakim. Ezê li mala xwe rûnim, heta Xwedê rizqê min jî sande
ber lingê min. Sivan vedigere ser pezê xwe, tîne li gund pezê her
kesî dispêre wan. Diçe mala xwe, tistê ku dîtî yek û yek ji jina xwe
re dibêje. Li ser biryara xwe di mal de rûdine û karekî nake...
Payîz derbas dibe û zivistan tê, di binê xênî de dikin ku ji nêza
re bimirin. Jina wî çawa kir ku wî bisîne karekî, lê ew neçû. Zivistan
derbas bû û bihar hat. Rojekê ji rojên biharê sivan derkete beyarê. Ji
ber ku nanê wî tunebû zikê xwe ji pel û pincaran têr kir. Xwest ku ji
bo zarokan jî hinek pincar bike û bibe mal, rahêliste tayek pincar û
hil kir. Di bin koka pincêr de devikê kûzekî xuya kir. Sivên devikê
kûz ji ser rakir. Dît ku tijî zêr e. Sivên ji xwe û xwe re got:
-Wele min ehd kiribû ku heta neyê mala min, ber lingê min ez
qebûl nakim. Pêhna xwe li axê da û avête ser kûz, got:
-Heta ku di mala min de neyê min nebîne, ez wî rizqî qebûl
nakim û nakim... Zivirî ku biçe mal, dengê mêsesoran hate guhê
wî. Li pas xwe nihêrî ku ew zêrên di kûz de yek bi yek dizivirine mozan û radibin û difirine... Sivên da lingan beziya, bi sedan
moz ketine dû wî ku pê vedin. Sivan reviya, mozan da dû, her ku
sivan direviya moz zêdetir dibûn. Bêhna sivan çikiya, sivên xwe
teng avêt mal. Derî û kulekên malê girtin, hemû moz di rojinê re
ketine hundirê malê. Sivan, jina wî û zarokên wî bi hev re kirin
hewar, hemû gemisîn. Heta sibê wisa di bin xênî de bêxut man.
Dema ku sibehî hisyar bûn, sivan û jina wî dinêrin ku xanî tijî
zêrên zer e. Ew mêsên ku di rojinê re ketibûn malê, xwe li dîwar
û deran dabûn. Dema ku wan mozan xwe li deran didan careke
din vediguherîn zêran. Ehda sivên hatibû cih. Heta ku rizqê wî
nehatîbû ber lingên wî qebûl nekiribû...
Dîsa dibêjin,
Pistî gelek kirin û xwarin gur pîr bû, bînahiya çavên wî jî kêm
bûbû, êdî têra wî nedikir. Fikirî û ji xwe re got:
-Min gelek temen kir, ewqas bûyer bi serê min de hatin, ez
bûme xwediyê gelek ceribandinan. Lê niha jî ez ji kar de ketim
û di binê sikeftê de tî û birçî mam. Ezê herim xwe bidim kêleka
ciwangurekî, di ronahiya ceribandinên min de bila binêçîre, zikê
xwe jî, zikê min jî têr bike.
Gurê pîr dakete beyarê û li gurekî ciwan geriya. Gurekî res û
ciwan lê rast hat, kêfxwesî li hev kirin, dûre gurê pîr got:
-Tu min ji xwe re nakî bav? Gurê res, rûyê xwe tirs kir û got:
-Ez têra zikê xwe nakim, ezê bavan çi bikim?
Li ser vê bersivê, gurê kor î reben stûyê xwe xwar kir, melûl
û xemgîn rêya xwe domand. Pistî demekê vê carê li ciwangurekî
gewr rast hat. Hizra xwe pêsniyarî wî jî kir, lê wî jî qebûl nekir.
Dîsa rêya xwe berdewam kir. Pistî bêhnekê, li neqebekê ew û gurekî boz rastî hev hatin. Dil û xatirê hev pirskirin, dûre gurê boz
got:
-Ji kar de ketin û pîrî sibê li serê min e jî. Bê sikefta min, li quncê jorîn vekeve, ezê te beledî bikim. Herdu gur bi hev re bûne bav
û law. Gurê pîr û kor çendekî li kêleka gurê boz palda. Nihêrî ku
tu tist nebû, ji xwe xwe re got:
-Heke ku ew neçe neçîrê tu tist ji bav û lawitiya me peyda
nabe. Gurê pîr û kor, hê di wê ramanê de bû, lîngelînga zengulan
hat guhê wan. Gurê boz got:
-Bavo, guhê xwe bidê rizqê me va ye tê ber lingên me. Serê
xwe rakirin, dîtin ku etarek, kera wî li ber e, barê wî li ser, kurî jî li
pê ye. Nêzîkî wan bûn, gurê boz êrisî ser kera etêr kir û ker avête
erdê. Barê kerê valayî erdê bû. Hinar resiyan, gurê boz dev ji kerê
berda. Kuriya kerê girt û zikê wê dirand, etêr da qîr û hewaran.
Terikand û revî canê xwe teng xilas kir, çû. Ker û barê wî bi guran
man.
Gurê boz, gazî bavê xwe kir û got:
-Heke ku tu gostê kemilî dixwazî ji te re ker, ku tu ê nazik û
narîn dixwazî ji te re ê kuriyê. Gurê kor got:
-Mala te ava. Ku têr xwarin û pêve yê ku mayî, xis kirin û birin
dawiya sikeftê. Gurê kor di hinavê xwe de got:
-Rizqê gurê kor Xwedê disîne.