Dîwaro ji te re dibêjim, 
paşdîwaro guh bide ser…


Di zargotina Kurdan de, ev gotin di wateya “Ez ji ortê re dibêjim, lê 
pêwîst e bi taybetî hin kes baş fêm bikin.” de tê bikaranîn.
Binyata ev gotina ku di wêjeya devkî ya Kurdan de bi şêwaza “Dîwaro ji te re dibêjim, bûkê guh bide ser.” jî tê bikaranîn digihîje serhatiya 
mazûvanekî û mêvanê wî:


Dibêjin,

Rojek ji rojan, mirovek bi mêvandarî çû malekê. Dema ku bû êvar, mêvan ji xwediyê malê re got:

-De ka em biçin şevbihêrka xwe li koşka mîr bikin.

Xwediyê malê got:

-Mêvanê hêja, mala pîrê xweştir e ji koşka mîrê Cîzîrê. Em li mala xwe rûnin, ji me re çêtir e. Mêvên ritimand û got:

-Bawer bike bê koşk û dîwan hewîniya min nayê. Mazûban fêm kir ku rê tê nîne, ji xwe bi xwe re got: “Bihorê xurtan zor bihor e, an tê lê bidî biborî an jî ewê li te bide, bibe.” Çare lê nedît, got:

-De rabe em biçin. Rabûn, herduyan bi hev re dev dan rêya koşka mîr. Mazûban ji mêvanê xwe re got:

-Dema ku em çûn koşkê, ku yekî tiştek ji te nexwest tu nedê, ku tiştek ji te nehat pirskirin tu bersivê nedê. Mêvên got:

-Bila.

Dema hatin koşkê, dîtin ku hê kes nehatiye, çûn li aliyê koşkê yê jorîn rûniştin. Piştî bêhnekê, kit û kit mêvan hatin, her ku yek hat ew vekişiyan, cihê xwe dan mêvanê nûhatî. Bi vî halî herduyan jî xwe di nav pêlav û şekalan de dîtin! Xelkê dîwanê rûniştibûn, gindorek ji bo mîr anîn û li ser masê danîn. Mîr got:

-We kê kêr heye?

Kesî deng nekir. Mêvên got:

-Min kêr heye. Kêra xwe derxist û raberî mîr kir. Gava mîr kêr dît, bi destê mêvên girt û got:

-Ew kêr ji gencîneya min, teva gelek zêran hatiye dizîn. Mêvên xwe vekuta, nekaribû xwe ji destê mîr xelas ke. Mîr got zeptî û nobedarên xwe:

-Bên vî dizî derdest bikin, bibin. Mazûban xwe avêt ber, got:

-Mîrê min, ew xort mêvanê min e, xwe spartiye mal û camêriya min. Vê şevê berdin, bila soz be ezê sibehê bi berbangê re bînim û bêm. Mîr got:

-Ne mimkûn e, dema em bidin te, tê rêka axaftinê nîşanî wî bidî.

Mazûban sond xwar, çawa kir, mîr qane nebû. Herdu bi hev re girtin, birin. Her yek avêtin zindanekê, lê dîwarê herdu odeyan yek bû. Piştî ku şev daket, her yek li aliyekî dîwêr rûniştin, dengê wan diçû hev, mazûban got:

-Dîwaro ez ji te re dibêjim, paş dîwaro tu guh bide ser.

Dîwaro, heke tu sibehî çûyî dîwana mîr, tê bêjî: Min ew kêra li ser termê bavê xwe dîtiye. Bavê min bi vê kêrê hatiye kuştin. Ez li pey tol û doza bavê xwe me û li xwediyê wê kêrê digerim. Mazûban berdewam kir:

-Dîwaro, min ji te re got, paş dîwaro, te fehm kir…