Ê ketî bi halê ketiyan zane!..


Di ferhenga Gotinên Pêşiyan a Kurdan de, ev gotin bi şêwaza, “ê ku 
hatî sêrî hekîm e” jî tê gotin. Wateya van gotinan pesindayina cerebê û 
ceribandinê ye. Li gor felsefeya vê gotinê, kesê ku cerebeya bûyerekê borandî, hema di wê mijarê de pispor e û gelek tiştan zane. Yanê di mijarekê 
de mirov çiqas xwedî zanîn be jî, bi qasî yê ku serboriya wî heye nizane.
Ji ber ku gel di jiyana pratîk û rojane de gelek realîst e û bi rastiyan 
bawer dike. Pêşiyên me, li ser rastbûnê gelek gotin gotine. Ji van gotinan 
hinek wekî, “Dewê ceribandî baştir e ji mastê neceribandî”; “Çûga li 
piziyê, çêtir e ji beranê li beriyê”, têne gotin.
Binyata vê gotina li jor jî digihîje serhatiya kesekî ku ji serbanê firiye 
xwarê:

Dibêjin,
Carek ji caran, mirovek û malbata wî li gundekî dijiyan. Şeveke zivistanê ya sar û dirêj li derdora gundê wan bû berf, di demeke kin de berfê girte her derê û bi qasî bejna mirovekî bilind bû. 
Hemû rê û bihur xetimîn. Dema bû sibe, mirov rahişte bêra xwe 
çû serbanê da ku berfê rêş ke. Mirov di rêşkirina berfê de gelek 
westiya. Dest û piyên wî cemidîn, ji nişka ve lingê wî şemitî û ji 
serbanê firî kete xwarê. Ji ber ku berfa li erdê qerisiyabû û qeşa 
girtibû, dema mirov ket, gelek hestiyên wî şikestin. Canê wî pir 
dêşiya, dida qîr û hewaran. Mirov û malên wî lê hêwirîn, ji wan 
yekî got:
-Em biçin ji te re yekî, hekîmekî bînin, bila hestiyên te yên şikestî bicebirîne. Mirov got:
-Na! Herin ji min re yekî ku ji serbanê firî bînin. Hemû kesên li 
derdora wî heyirîn. Yekî ji wan got:
-Tu ji serbanê firiyayî. Em dibêjin, em biçin ji te re hekîmekî bînin, bila birîna te derman ke, tu dibêjî, ji min re hekîman neynin, 
yekî ku di serbanê firî bînin. Sedema vê çi ye?
Yê ketî got:
-Kekê min, ketî bi halê ketiyan zanin!..