Ku dilê Xwedê bixwaze 
ji sayî jî baranê dibarîne...

Xwedê çawa bixwaze dikare wisa bike, kes nikare li ber hukmê wî 
bisekine. Carinan kar û rûdanên sosret ku ne yê bûyinê ne pêk tên û têne 
holê. Wê demê ev gotin tê gotin.
Binyata ev gotina ku hin caran ji bo kesên ketî tengiyê de, peywira 
parastinê dike bi çîroka mirovekî henekbaz ku bi tevgera xwe dikeve tengiyê û dixwaze ji rewşa xwe re hincetekê peyda bike ve tê girêdanê:


Dibêjin,

Ji şevan şeveke zivistanê ya sar û dirêj, mêrên gundekî li odeya gund rûniştibûn, şevbuhirka xwe dikirin. Li derve çîksayî bû, lê bayekî sar û gur dihat. Wê şevê, li civata odeya wî gundî mirovekî henekbaz jî rûniştibû. Mirovê henekbaz wê gavê, bi qesta kevçiyek av birêje, derket derve. Gava mirovê henekbaz xwest ku li derve pêdiviya xwe bibîne, bayî mîza wî li wî vegerand û kincên wî tev de şil bûn. Gava mirovê henekbaz û bersivamade zivirî hat odeyê, ji şerman re got:

-Li derve hûrik hûrik baran dipeşikînê. Yekî ji civatê got:

-Malmîrato, barana çi, çîksayî ye û vîzevîza bê ye! Mirovê henekbaz û bersivamade, li wî vegeriya û got:

-Ma ku dilê Xwedê bixwaze ji sayî jî baranê nabarîne?...