Gur kera min xwar,
jê re namîne, lê ez bê ker mam...


Li gor baweriya Kurdan a civakî, tu kirinên xirab bê bersiv namînin
û ya tu kesî jî ji kesî re namîne. Dema yek neqenciyekê bi te bike, divê ew neqencî ji wî re kar nemîne. Lê pistî ew neqencî bi te bû û ku te ji ber wê neqenciyê gelek tengasî û astengî dîtin û pêve, neqenciya ku bi neqenc bibe, xesareta ku te dîtî ji holê ranake.
Binyata vê gotina ku wateya wê dada îlahî dihêwirîne, digihîje serha-tiya etarekî (çerçî) belengaz û gurekî:


Dibêjin,

Rojek ji rojên zivistanê, etarekî belengaz ji gundekî diçû gun-dekî din. Dera ku dikir biçê hê dûr bû, dinê gelek sar û cemidî bû. Dest û pêyên wî qefilîbûn. Etar bi kera xwe û barê ser kerê ve hat ber boriyekê, etar bala xwe dayê ku sikefteke weke jûrekê li wir e, xwest ku agirekî dade, vêsekê bide xwe û kera xwe.

Ker bire sikeftê, barê wê ji ser danî, corê wê yî alifê bi ser ve kir. Derket derve ku hinek qirs û qal kom bike da ku pê agirê xwe dade. Ji sikeftê dûr ket, nihêrî ku dareke gûvîjê ya hisk li wir e. Çend gulî ji wê jêkir pêve darên xwe dan ber hembêza xwe, ve-geriya sikeftê. Dema ku di deriyê sikeftê re kete hundir, bala xwe dayê ku ker li wir nîne. Bi tenê xwîn heye, êzingên wî yên di dest de ketin. Li erdê nihêrî. Fêm kir ku gur hatiye kerê, ew kustiye û bi erdê re xirikandiye û biriye.

Hema bi lez bi peyî kera xwe ket, çend gava çû pêve dît ku hefsar, palan û çend pûrt ji lasê wê li sûna kerê mane û gur li wir nîne. Hefsar û palana wê rakir, xemgîn û dilbikul, tistê xwe yê etariyê hilda milê xwe, ber bi dera ku dike biçê ve mesiya û çû...

Gelek westiya bû, êdî nêzikî wî gundî bûbû. Nihêrî ku çend nêçîrvanên hêja tîr û kevanên wan li pista wan, gurek kustine û

ben kirine lingên wî, li pê xwe dixirikîne û dibine. Hinekî xwîn hate rûyê etar, kêfa wî xwes bû, di ber xwe de hem bisirî, hem jî ponijî û got:

-Gur kera min xwar, jê re nema, lê ez bê ker mam…