Xwedê kera belengazî li ber wenda dike, pistre jî bi dîtina kerê sa dike...


Car heye ku mirov, ji rewsa xwe ya rojane hin tistan kêm dike. Wê demê mirov li ber xwe dikeve. Dema ku mirov ew destkeftiyên xwe ên berê careke din bi dest xwe dixe, vê carê mirov kêfxwes û dilsa dibe. Di rastiya xwe de tistekî ku ji rewsa berê zêde bûyî tuneye, rews rewsa berê ye. Lêbelê mirov dîsa jî bi vê bûyerê dilges û kêfxwes dibe.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya mirovekî belengaz ku kera wî li ber wenda dibe û pistre jî bi dîtina wê kêfxwes dibe:


Dibêjin,

Rojek ji rojan, mirovekî hejar û belengaz, kera wî li ber, ji gun-dekî diçû gundekî din. Belengaz hat cihekî bi kort û zinar li wê pir. Wê demê pêdiviya destavê bi wî girt, zilam xwest ku pêdiviya xwe bibîne. Çû pas zinarekî. Heta pêdiviya xwe dît û ji cîhê xwe derket, bala xwe dayê ku kera wî tuneye! Vir de ker, wê de ker, ker wenda ye…

Zilam li wê derê çû û hat. Bilî wê kerê tu tistî wî tunebû, gelekî tirsiya, dilê wî kire repe-tep, di ber xwe de ponijî û got:

-Ya Rebî bi te ve melûm e, bilî vê heywanê tu tistê min î ku ez mala xwe pê bidebirînim nîne, tu zanî. Pistî bêhnekê, zilamê belengaz dagerî newalê bala xwe dayê ku kera wî li wir e, bar ji ser xwe avêtiye, ji xwe re vedigevize. Cos bi dilê wî ket, çavên wî biriqîn, ji kêfan re destên xwe li ber Xwedê vegirtin, got:

-Xwedêyo, tu bi roja nîvro, kera vî belengazî li ber wenda dikî, dilê wî dikî xemê, dîsa tu pê didî dîtin, dilê wî ges û bextewar dikî.