Mêvanê Xerîb Birçî Dibe

Her ses rabûn mesîyan. Hîn ses gav neçûbûn Gur ket pêsîya komê û ew sekinandin û got:

  • Lê ez birçî bûm!

Gur yeko yeko ew bêhn kirin. Her pêncan ji tirsa berê xwe ji Gur veguhestin. Gur xwe nêzî Dîklan Axa kir û dubare got:

  • Ez ji we re dibêm, ez birçî bûm!

Ruh di Dîklan Axa de nemabû, bi zorê got:

  • Mamê Gur, tistekî xwarinê li ba min tune, heta dawetê bi xwe karibe, li wir xwarin pirr e!

Gur bi sûmî got:

  • Ez saxî nemirî, tu çawa ji min re dibê “bi xwe karibe!” Li halê min binêre, ez nikarim bi vî zikê birçî bêm heta dawetê!
  • Sebir bike, em tev birçî
  • Na birako na, ji we hemûyan birçîtir ..

Divê yekî ji we bixwim!

Gur, Dîklan Axa girêda û xist kîsê xwe…

Pist re ên mayî, bi awayekî serpeze rabûn dan pêsîya Gur û mesîyan. Hîn pênc gav neçûbûn, dîsa Gur hat, ket pêsîya wan û ew sekinandin:

  • Lê ez dîsa birçî bûm!

Hemûyan berê xwe ji Gur dan bi alîyekî. Gur çû xwe nêzî Mirîska Zerîetê kir û gotina xwe dubare kir.

Mirîska Zerîetê, ji tirsa bû qidqida wê:

  • Qid qid qid… Mamê qid Gur, tistekî qid xwarinê li ba min qid tune! Gur bi zarî wê kir û got:
  • Qidqidîskê… Çawa qid tune, ez nikarim bi zikê birçî bimînim, qidqidê! Wê demê ezê te jî qid bixwim!

Gur, Mirîska Zerîetê jî girêda û ew jî kîsê xwe…

Pist re mabûn çar, lê sisê jê neçar… Çar gavan neçûn, Gur wekî berê hate pêsîya wan û got:

  • Lê va ye dîsa birçî bûm! Ka ez çi bikim?

Her sêyan, berê xwe ji Gur guhert û di cîyê xwe de sar sekinîn.

Gur xwe nêzî Qaza Delal kir. Rebenê bersiv neda û bi sernermî xwe bi xwe çû kete hundirê kîsê Gur. Dema ku Gur ev rews dît, pir sas mabû. Vê carê bi heman awayî awirek da Werdeka Serkanîyê… Dema Werdekê dît ku çavê Gur li ser wê ye, hema wê kêlikê ji ser hisê xwe çû. Gur rahist wê jî xiste kîsê xwe…

Çûkê Bilûrvan, dema ku dît gur nêzî wî dibe, bi saswazî bang li hevalên xwe kir. Lê deng ji kesî nehat.

Gur hate ba wî û bi dostanî lepê xwe avêt ser milê wî:

  • Weyla Çûko rebeno, tu ketî xefka Hese.. Min ev stran ji bîr kiriye, ka bi bilûra xwe meqamê wê lêxe!

Çûkê Bilûrvan, kir-nekir nikaribû pifî bilûrê bike…

  • Mamê Gur, notayên wê li ba min tune,bibexsîn, ji min nayê!

Gur hêrs bû û bi ser Çûko de qêrîya:

  • Ez saxî nemirî, tu van gotinan ji min re dibêjî… Zû pif kê; yan na, ezê te jî têxim meska xwe!

Çûkê Bilûrvan careke din ceriband, lê dît ku nikare li bilûrê bixe. Bi kelogirî dest bi kilamekê kir:

  • W’ez reben im… Reben im! Reben…

Gur ji kilama Çûko hêrs bû. Bi carekê re xwe avête ser wî. Çûko bi lez xwe ji destê Gur xelas kir, lê dît ku bilûra wî di destê Gur de ma, bi hêrs got:

  • Guro, binêre… Were min bixwe, lê bilûra min bide, zû!
  • Haa haaa! Ez nedim tê çi bikî?
  • Nizam!... Niha tistek nayê bîra min, lê divê rêyek hebe!
  • Bas Dilê min bi te sewitî. Ez te nexwim jî dibe Çûko!
  • Ha belê, min dît! Ezê bang li hemû sazbend û daholvanan Na naa, a bas bang li esîra xwe ya teyr û tilûran jî bikim!

Çûkê Bilûrvan, bi hawar û gazî li ser medyaya civakî dest bi wîtwîtê kir... Pistî gavekê, dengê dahol û zirneyê tevî yên teyr û tilûran olan da. Li esmanan balindeyên gostxwir li ser serê wan kom bûn.

Gur, dema çav li teyrên berata ket, pir tirsîya. Her ku çû, dengê dahol û teyran bilintir bû. Gur fam kir ku serê Çûkê Bilûrvan bike, ewê jê re nebas be û got:

  • Birêz Çûkê Hunermend, fermo bilûra te. Ji kerema xwe bes li ser min bixwîne!