Çûkê Bilûrvan


Her çaran dane dû hev û meşîyan. Tam bi qasî werîsekî dûr ketibûn, dîtîn wa ye çûkek li ser rêya wan e. Dema gîhaştin ba wî, Çûko rabû bi rêzdarî bi bilûra xwe şabaşîyek li wan kir:

- Tû tû tû! Şabaş ji Dîklan Axa re, şabaş ji Mirîşka Zerîetê re, şabaş ji Qaz û Werdakê re… Sitara Xwedê li ser we be!

Dîklan Axa, bi awayekî jixwerazî çû bexşîşa wî dayê:

- Tu her hebî hunermendê jêhatî!

Çûkê Bilûrvan, bi şelafî got:

- Ezîzê min, axê min, maqûlê min… Hûn diçin ku?

Dîklan Axa bi meqam bersiv da:

- Bi serê te Çûkê Bilûrvan

        Em diçin dar û daristan

        Şar û şaristan

        Daweta Alûcîyan

Çûkê Bilûrvan bi rêzdarî got:

- Madem dawet e û adet e,

        Nexwe bê mosîqa nabe.

       Gelo destûr heye ez jî bêm bi we re?

Dîklan Axa:

- Bi ya min be, belê destûra te heye, lê divê li dawetnameyê binêrim, sedî sed navê te heye.

Dîklan Axa, dîsa name ji bêrîka xwe derxist û kir ku bixwîne, çawa got em li benda cenabê te Dîklan Axa... Ên din xwe di ber wî de rakirin û navê xwe gotin.

Dîklan Axa ji Çûkê Bilûrvan re got:

- Heyran, axir tu têyî! Li bilûrê xe. Heydê em biçin.