Mêvanê Giran

Hebû tunebû… Li welatê Xerza, hebû dîkekî şareza. Ew dîkekî çeleng û jixwerazî bû. Dema jê re digotin “Dîko” dixeyidî û digot:

Û quzilqurt! Ji min re bibêjin Dîklan Axa.

Wî her tim ji kesên li dora xwe dixwest ku hurmeta wî bigrin. Dixwest her kes qala şarezabûna wî ya dîlanê bikin û pesnê wî bidin. Belê, ew di reqs û govendê de xurt bû. Bala wî ji her kesî bêtir li ser kêf û seyranê bû. Deng û pêjna şahîyekê an govendekê ji ku bihata, hema li wir bû… 

Ew diçû hemû dawetan, çavê wî li sergovendîyê bû. Jê re ferq nedikir ku kîjan govend çawa tê lîstin; zû fêr dibû; loma bi hemû dîlanan jî zanîbû.

Wexta li dawetan bû, hemû derd û kulên xwe ji bîr dikir. Wî ji mirovên wekî xwe yên reqsok jî pir hez dikir û dibû hevalê wan. Di dawetan de her tim diket milê wan. Dema dibû bêhnvedan, diçû xwe li yekî reqsok digirt û yekser jê dipirsî:

Heyrana wan çavên te bim, ka ji min re bibêje, kêf û şahîyeke din li ku heye?

Wexta ji Dîko re digotin, filankeso bi filankesê re dizewice, ew ji kêfa difirîya. Êdî kesî nikaribû bi wî bigirta. Ji kêfa, li cihê xwe nedisekinî, radibû, nasek an rêyek didît û diçû wir…

Kêm caran Dîko aciz dibû. Dema kesî jê re dawetnameyek neşanda dilgiran dibû. Wê demê ew pir li ber xwe diket û mahdê xwe tirş dikir. Di van rojan de cira wî ne xweş dibû û ji mala xwe dernediket. Her tim çavlirêya xebereke şahîyê bû…

Rojekê bihîst ku daweta Noko û Nîskê ye. A din î rojê dawetnameyeke xisûsî jê re hatibû û kêfa wî lê vegerîyabû. Wê sibê rabû dest bi amadekirina çûyinê kir.

Ewil çû ji nav cilên xwe yên şahîtaximek neqand û li xwe kir. Pişt re qundera xwe ya biriqandî xist pîyê xwe. Çû ser berber, porê xwe jêkir, simbêlê xwe boyax kir. Xwe li gorî modê xemiland û ediland. Dema vegerîya malê, çû li ber neynikê li xwe nihêrî, bi carekê re rûkenîya wî herimî û bû çinvina wî:

Niç! Bi vî halî nabe ku ez biçim daweta Noko û Nîskê!