Nûbihar 165


Nûbihar 165


Nûbihar 165


Nivîsa Edîtor Ji jimara 165an merheba! Di nava du mehên dawîn de em besdarî pêsengehên pirtûkan ên Tetwan, Batman, Stenbol, Îzmîr, Riha û Mûsê bûn. Dema ev kovar bikeve destê we, di meha Kanûnê de însalah emê li pêsengeha Diyarbekirê bin. Ji bo van pêsengehan me gelek kitêbên nû derxistin û gelek çapên dubare çap kirin. Li ser kitêbên nû hê jî xebat û amadekariyên me dewam dikin. Di van rojan de me salnama Nûbiharê ya 2024an jî derxist. Wekî gelek xwendevan dizanin ev çend sal in em salnamayek seranser bi Kurdî diwesînin. Ev jimara li ber destê we jî di van sertan de derket. Ji ber sedemên min li jor gotin, amadekirina vê kovarê wext girt, li gor hesabê me dikir derengtir derket. *** Di vê jimarê de, bi edîtoriya Abdullah Încekan, bi navê dosyeya “Zimanê Kurdî: Quo Vadîs?” dosyeyek berfireh cih digire. “Quo Vadîs?” tê çi maneyê, kek Abdullah di serê dosyeyê de bi kurtî çîroka wê gotiye. Abdullah Încekan, Îbrahim Bor, Jan Îlhan Kizilhan, Tevfik Bayram, Sehmus Kurt û Reha Ruhavioglu bi keda xwe di vê dosyeyê de cih girtine. Edîtorê dosyeyê Abdullah Încekan ji akademîsyenên biyanî Joanna Boschenska, Geoffrey Haig û Christoph Schroeder jî sê pirs pirsîne û bersivên wan jî dane. Kurdî çi tîne bîra zarokan? Hin zarokan bersiva vê pirsê jî dane. Kesên besdarî dosyeyê bûne, pirên wan akademîsyen in. Dikarim bi kêfxwesî bibêjim min bi xwe, ji nêrînên wan gelek îstifade kir. Bi vê wesîleyê di serî de ji edîtorê vê dosyeyê ji Abdullah Încekan re û ji kesên ku bi nivîsên xwe ev dosyeya me dewlemend kirine re spasiyek ji dil dikim. *** Helbet naveroka kovarê tenê ji dosyeyê pêk nayê. Gelek hêjayên me, hosteyên peyvan ji nav me bar dikin. Yek ji wan dengbêj Feyzoyê Riza çendek berê çû rehma Xwedê. Di vê jimarê de Salih Kevirbirî li ser dengbêj Feyzoyê Riza nivîsiye. Bi vê wesîleyê em jî ji malbat û hezkiriyên wî re sebr û serxwesiyê dixwazin, rehma Xwedê lê be. Rohat Alakom li ser bîranînên hunermenda navdar Aslîka Qadir nivîsiye. Aslîka Qadir Kurdeke Ermenîstanê ye, 50 sal in distirê û demek berê bîranînên xwe nivîsîbûn. Siyar Silêman li ser Hesen Hisyarê Serdî nivîsiye. Ew kesê besdarî hereketa Sêx Seîd bûye, pasê çûye Binê Xetê û li wir jî doza xwe mesandiye. Di van rojên ku 100 saliya komara Tirkiyê di rojevê de ye, Murad Celalî bi sernavê “Gelo Bêyî Kurdan Nivîsîna Dîroka Komara Tirkiyeyê Pêkan e?” nivîsa xwe honaye û bal kisandiye ser hin xebatên nivîskarên Tirk ên di vê çarçoveyê de. Cîhan Roj di nivîsa xwe ya “Pêlek Mihefezekar” de her çiqas nivîsa xwe li dor “mihefezekariya Nûbiharê” bigerîne jî ya rastî di nivîsa xwe de behsa gelek mijarên balkês ku bi wesangeriya Kurdî ve aleqedar in jî kiriye. Mustafa Kiliçaslan ji romana Miroyê Esed “Roja Res” besek amade kiriye. Ev romana han çap nebûye û gelek besên wê jî wenda ne. Ibrahim Bulak mijareke balkês û nayê zanîn kiriye mijara nivîsa xwe. Sala 1928an 47 Xirîstiyanên Kurdistanê wek penaber çûne Viyenayê. Behsa hatina wan ya bi zehmet û eziyet û jiyana wan ya peyre jî kiriye. Jiyar Homer û Ciwan Qado ji Soranî çar helbestên Coman Herdî wergerandine. Wekî din çîrok û nivîsên Sabri Akbel, Felat Dilges, Ebru Yilmaz, Kevok Mizgîn û Mîr Sad hêjayî xwendinê ne. Hevpeyvîna vê jimarê Nihat Gultekin bi Priskê Mihoyî re kiriye. Sairên vê jimarê jî ev in: Rojen Barnas, Berken Bereh, Kawa Nemir, Talat Inanç, Hafizê Sîrazî, Sidîq Gorîcan, M. Zahir Ertekin, Arif Yûsif Zemanî, Mustafa Berzan Döner, Tekin Çifçi, Zeynep Semdinoglu, Rahmetullah Karakaya, Hekîm Meretoyar, Yusuf Abay û Azad Rêbiwar. Heta jimara din bi xatirê we. SÜLEYMAN ÇEVIK

Detay

65.00 TL

%30

45.50 TL