The Hall Kurdî 15


The Hall Kurdî 15


The Hall Kurdî 15

Kovara çandî ya mehane The Hall Kurdî ku li Londonê tê amadekirin di hejmara meha Adarê de erdheja 6ê Sibatê kir bergê xwe. Kovar bi sernava “Erdhejê Hilwesand, Bêxwedaniyê Kust” hate belavkirin. Li gor hejmarên dawîn li Tirkiye û Sûriyê û bajarên Kurdistanê zêdetirê 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Yek ji girîngtirin sedemên mirinan derengmayîna alîkarî û xebatên xilaskirinê bû. Kovara me ji ber vê hincetê ev sernav bijart. Di hejmara 15ê de nivîs û gotar bêtir li ser erdhejê ne. Endezyarê Jeolojiyê Ümit Eke li ser erdhejên Bazarcix û Elbîstanê gotareke analîzî nivîsî. Digikurd wek kronoloji 10 erdhejên herî mezin yên di vê sed salê de li dinyayê çûbûne berhev kirin. Erdhej tenê malan hilnawesîne, derûniya mirovan jî xirab dike. Derûnnas Siyabend Aslan “Alîkarîya Pêsî ya Derûnî” nivîsand. Derûnnasê Klînîkê Yusuf Atabay jî li ser vê mijarê sekinî: Erdhej û Anksiyete. Zimanzan Abdullah Încekan bi gotina nivîskarê navdar yê alman Geothe li ser navê yên li pasmayî bang kir: Ronahî, hinekî din ronahî.

Detay

40.00 TL

%30

28.00 TL