The Hall Kurdî 10


The Hall Kurdî 10


The Hall Kurdî 10

Di meha Îlonê de 2 bûyerên gelek mezin ku hêjî di rojeva cîhanê de ne qewimîn. A yekem û ji bo me Kurdan girîngtir bûyera li Îrana xopan bû. Keçeke Kurd a zor ciwan Jîna Emînî ya 22 salî bi sebeba qaso serê xwe bas nenixumandiye û çendek tayên pora wê xuya dikirin, polîsên ehlaqê yên Tehranê ew binçav kir. Lê wan zebaniyên dojehê bi îskence û lêdanê bûn sedema mirina Jîna ya delal. Êsa wê dilê me hemû Kurdan û mirovên bi rehm disewitîne. Protestoyên li dijî rejîma riziyayî ya Mollayan ku bi Kurdan dest pê kir, niha li gelek deverên Îranê belav bûye. Li cîhanê jî kesên bi wijdan diçin bi xwepêsandanan nelet li wan rûresên Îranî tînin. Me jî di vê hejmarê de berga kovarê ji bo Jîna Emînî veqetand. Rojnameger Ercan Dag li ser vê bûyerê û gesedanan nivîseke berfireh hazir kir. Bûyera din a mûhîm jî bêguman mirina Keybanûya Brîtanyayê Elizabetha Duyem e. Elizabethê 8ê Îlonê, 2 roj pistî erêkirina serokwezîra nû ya Îngilîstanê, jiyana xwe ji dest da. Tam 70 sal li ser erkê mabû. Ji bo wê di meha 7an de pîrozbahiyên Platinum Jubiliyê hatibûn kirin. Li ser mirina wê merasîmên cinazeya wê jî 11 rojan berdewam kir. Pistî wê kurê wê Charles bû Keyê Brîtanyayê. Hûrguliyên zêdetir hûnê di vê hejmarê de bibînin.

Detay

40.00 TL

%30

28.00 TL