The Hall Kurdî 8


The Hall Kurdî 8


The Hall Kurdî 8

Li Londonê Mîrata Çanda Kurdî li platformên dîjîtal hate qeyd kirin. Sulaiman Othmanê Kurdê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina çanda Kurdî projeyek amadekir û ji Arts Council Englandê fon stand. Di projeya bi navê “Kurdish Digital Heritage” de çi nimûneyên çanda Kurdî yên li Londonê hebin wek xwarin, cilûberg, muzîk, govend, hûner hwd. bi rêya wêne, video, deng, hevpeyvîn û grafîkan hatin qeyd kirin. Nasandina projeyê ku di amadebaşiyê de keda min jî hebû, di 22ê meha çûyî de hat kirin. Digel stran û govend û sohbetên xweş me şeveke gelek bi ber borand. Nûçe û hûrguliyên projeyê di vê hejmarê de heye. Mixabin meha tebaxê salvegera êrîşa Şengalê û komkujiya Êzidiyên Kurd e. 8 sal berê cara 74em dîsa fermana Êzidiyan rakirin. Rojnameger Ercan Dag ji bo The Hall Kurdiyê Komkujiya Êzidiyan nivîsî. Di vê hejmarê de me cî da raporta Botan Inernationalê ku behsa talûke û gefa li ser çapemenî û medyaya Kurdî dike. Rapor ji îngilîzî hate wergerandin ser Kurdiyê û hinek jî hate kurtkirin. Ji bo vê raporta girîng ku gefa li ser medya û rojnamegeriya Kurdî ragihand cîhanê em spasiya dîrektorê Botan Internationalê Murat Bayram dikin.

Detay

40.00 TL

%30

28.00 TL