Kovara Zarema 7


Kovara Zarema 7


Kovara Zarema 7

ovara me bi hejmara xwe ya heftemîn du salên xwe tijî kir. Du sal û heft hejmar ne temenekî dirêj e lê di nav van du salan de me li welatê xwe rojeke xweş û aram nedît. Belkî jî yek ji rûpelên trajîktirîn ên dîroka Kurdistanê bû. Bakurê Kurdistanê ji nû ve hat dagirkirin; hebûna dagirkeran bi sembolên xwe alavên xwe û bi siyaseta xwe xurttir bû. Di nav du salan de, di nav dengê çek, tanq û topan de qedrê fikir, zanîn û nîqaşê an bi giştî riya êqil hatiye girtin û çek ji alavekê bêtir ew bixwe bûye armanc, motîvasyona bo derxistina kovarekê kêm dibe zêde nabe. Hêviya me ji destpêkê ve ew e ku em jî karibin tevkariya çêbûna aqlekî kurdewar û kurdistanî bikin; her ku diçe ev pêdivî xurttir dibe. Em hêvî dikin naveroka kovara me bikaribe xizmeta vê armancê bike.

Detay

40.00 TL

%30

28.00 TL