The Hall Kurdî 5


The Hall Kurdî 5


The Hall Kurdî 5

Di vê hejmarê de me stranbêjeke li Londonê kir mêvan. Berga kovara Gulanê Suna Alanê xemiland. Stranbêj Suna Alan bi eslê xwe ji Çewligê ye, Kurmanc û Elewî ye. Di nav malbateke qerebalix û hûnerhez de mezin bûye. Hêj di zaroktiya wê de hêstên kurdewar lê kemiliye. Suna bi her sê zaravayên Kurdî stran dibêje, stran dinivîse jî. Digel vê bi zimanên din wek Ermenkî, Yewnanî, Tirkî hwd. stran dibêje. Piştî êrîşa Rûsyayê bi ser Ûkraynayê de li dinyayê qeyraneke enerjiyê rû da. Ewropa, Brîtanya û Amerîka niha li alternatîfên gaza Rûsyayê digerin. Di vê qonaqê de girîngiya gaza Kurdistanê bala cîhanê dikşîne. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê çarçoveyê de li welatên Ereb, Tirkiye û Îngilîstanê dîplomasiyek meşand. Profesor Abdullah Kiran ji bo The Hall Kurdiyê geşedanên di warê qeyrana enerjiyê de nivîsand: Gaza Kurdistanê û Derfetên Nû. Nivîskar Necat Zivingî vê mehê li ser Şehnameya Fîrdewsî nivîsand. Şehname berhemeke çawa ye û girîngiya wê di edebiyata Farisî de çiye? Zivingî bersiva van pirsan û zêdetir jî di gotara xwe dide.

Detay

23.00 TL

%30

16.10 TL