Nûbihar 159


Nûbihar 159


Nûbihar 159

Ji jimara 159an merheba, Kovar hem bi naveroka xwe hem jî bi şekl û şemala xwe dezgehên dînamîk in; weke pirtûkekê ne bi îmzeyekê, bi gelek îmzeyên cûrbecûr derdikevin. Nivîskarê pirtûkê û mijara wê bi gelemperî yek e, lêbelê di jimarek kovarê de gelek nivîskar û cûrbecûr mijar hene. Kovar tenê bi naveroka xwe bi hereket û dînamîk nîne, bi gelemperî bi berga xwe jî pirrengî û dînamîk e. Li ser Nûbiharê bibêjim, di her jimara me de çîrok, helbest, ceribandin û nivîsên lêkolînî hene. Di her jimara ku em diweşînin de li derdora 40 kes bi helbest, nivîs û wergerên xwe têde cih digrin. Keda gelek nivîskaran di kovaran de heye. Her jimara kovarekê bi heman awayî ye. Ji aliyê şekl û şemalê ve jî, yanê ji aliyê dîmenî ve jî kovar cuda ye; dînamîk e. Meriv dikare her nivîsekê bi awayekî cuda şekil bidiyê. Yanê bi awayekî yeknesak nameşe, divê nemeşe jî. Ji ber van sedeman divê kovar yan jî weşaneke demî piştî demekê şekl û şemala xwe bi esasî biguhere; berga xwe, rûpelên hundirê xwe ji nûve dizayn bike, bi mîzanpaj û sêwirandineke nû derkeve pêşberî xwendevanên xwe.

Bo berhemê şîroveya yekem tu bike!



20.00 TL

%25

15.00 TL