Peza ji kêrî mayî, para gur e...


Dibêjin kesên ku dererê (ji rê dertên) diçin û ji refa xwe diqetin, bi 
tenê dimînin. Weke ku tê zanîn bi tenê mayin, bêhêzî û têkçûyîn e.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya mihekê ku ji keriyê xwe maye û 
gurekî har ew xwariye:


Dibêjin,

Carek ji caran, rojekê li zozanekî mihek ji keriyê xwe paş mabû, 

ew û gurekî har û devbixwîn hatin hember hev. Gur ji miha ku li 

pey kerî mayî re got:

-Ezê te bixwim.

Mihê got:

-Stûyê me ji qederê re tewiyayî ye, lew ku dibêjin: peza ji kerî 

mayî, behra (para) gur e.