Malpera me bi pergala abonetiyê tê bikaranîn.


Gur kera min xwar, jê re namîne, lê ez bê ker mam...

Li gor baweriya Kurdan a civakî, tu kirinên xirab bê bersiv namîninû ya tu kesî jî ji kesî re namîne. Dema yek neqenciyekê bi te bike, divê ew neqencî ji wî re kar nemîne. Lê piştî...

Şam şekir e, lê welat şîrîntir e

Şam şekir e, lê welat şîrîntir e...Binyata vê gotina ku rûmeta ax û warê bavan, ango welatê mirov derdixe pêş, digihîje serhatiya mîrê Cîzîrê û parêzgerê Şamê:Dibêjin,Rojek ji...

Ku dilê Xwedê bixwaze ji sayî jî baranê dibarîne...

Xwedê çawa bixwaze dikare wisa bike, kes nikare li ber hukmê wî bisekine. Carinan kar û rûdanên sosret ku ne yê bûyinê ne pêk tên û têne holê. Wê demê ev gotin tê gotin. Binya...

Kerê ehmeq, ber bi şêr ve dizire...

Li vê dinê hin kesên wisa ehmeq û bê hesab hene ku bi zanebûnî xwe davên xeteriyê. Ji ber ku ew kes hêz û cerebeya yê hember nikarin hesab kin. Dibêjin qey kes ji me hêztir û z...

Dîwaro ji te re dibêjim, paşdîwaro guh bide ser…

Di zargotina Kurdan de, ev gotin di wateya “Ez ji ortê re dibêjim, lê pêwîst e bi taybetî hin kes baş fêm bikin.” de tê bikaranîn. Binyata ev gotina ku di wêjeya devkî ya Kurdan...

Rizqê gurê kor, Xwedê dişîne…

Li gorî baweriyê tê yeqînkirin ku her zindî bi rizqê xwe ve tê dinê û ku ew rizq li ku be, tiştek an bûyerek dibe hêcet û ew rizq tê xwediyê xwe dibîne.Me ji bo binyata v...

Timahî gû bi mirov dide xwarin...

Di zargotina Kurdan de timahî (timayî) herdem bi tûndî hatiye rexnekirin û di vê mijarê de gelek Gotinên Pêşiyan ên giranbiha hatine gotin. Binyata ew gotina ku di folklora Kurmanc...

Gotin dîko: “Tu kedî yî yan kûvî?”Dîk got: “Ez hevalê xwe bi ser bistikê ve dibînim.”

Hîç tu tişt ne weke xuyandina xwe ya ji derve ye. Her xweşî û rehetiyekê nexweşî û zehmeteke wê heye.Di zargotina Kurdan de binyata vê gotinê digihîje serhatiya dîk ...

Gotin kerê: “Erwaz xweş e, ne nişûv?”Kerê got: “Ma berwarî tune…”

Gelek mirov hene ku hiş û mêjiyên wan ne li gor hêsankirina karan li gor zor û zehmetkirina karan dişixule. Ji wê ye ku kesên wisa her dem kar û barê li ber mirov zehmettir d....

Derdê kezebê, da ser ê siwarê neqebê...

Li ser rûye dinê, tu derd weke derdê kezebê ne dijwar e. Sotiya wê pêşiya her derd û êşê dibirre û bi mirov dide jibîrkirin.Binyata vê gotinê digihîje serhatiya jineke Kurd ku...

Ê ku nade nade, te çi cade cad e...

Li vê dinê birek însan hene ku rizqkor û bê nesîb in. Tu ji bo wan çawa bikî jî her dem xizan û hejar in. Ji wan re li hev nayê, karê wan nakeve rê û ji aliyê aboriyê ve pergala wa...

Pîrê bawer nekir ku mêr bike, dema ku mêr kir heştek dawe kir...

Li vê dinê gelek kes hene ku tişt û bûyerên ku bûyina wan gelekî zehmet e tînin xiyalên xwe. Lê dema ku xiyala wan dibe rast, vê carê xwe xwedî gelek tişt û heqan dibînin û dest bi...

Ker ket herriyê, ji xwediya quwettir nîne...

Dibêjin, dema ku rûdaneke nebaş bê serê mirov, kes bi dil û can pişt-giriya meriv nake. Ji bo wê dîsa kar dikeve ser milê mirov bixwe.Binyata vê gotinê digihîje serhatiya kesê ku k...

Emanet, heta qiyamet...

Li gorî kevneşopiya Kurdan, emanet, pîroz tê qebûlkirin û xiyanet li tiştê emanet nayê kirin. Di jiyana Kurdan ya civakî de gelek nirx hene ku her yek weke qadekê ye. Ji ...

Serê li ber minetan, bila biçe li nav ziyaretan...

Di zargotina Kurdan de ev gotin jî weke gelek gotinên din ên di zargotina Kurdan de nîşanî serbilindbûnê dike û dibêje ku, “mirovê ku bi minet û bi girêdayina hin kesan b...

Serê ku jê neêşe tu serî, bila biçe nav du berî..

Li gor edet û toreyên Kurdan, kesê ku bi dahat û jêhatî be, lazim e kesên ku ji wî aciz bibin jî hebin. Kesê ku tu kes jê ne aciz in, her dem ne kesên baş û di hemdê xwe ...

Ker ji keritiya xwe namîne...

Di zargotina Kurdan de bi gelemperî ker nîşana mirovê barkêş, xwedîcifa, kêmaqil û gêj e. Li gor zaviya vê gotinê, mirovên kêmaqil, riko û gêj, dev ji hînbûniyên xwe ên xirab...

Dizê kelekan, zivistanê belî dibe...

Dema ku di ser qewîmîneke xirab re demek derbas dibe, êdî ew qewîmîn dikeve qada jibîrkirinê. Kiryarên wê bûyerê ne bi dest xwe, xwe didin dest û bûyer aşkere dibe.Binyat...

Peza ji kêrî mayî, para gur e...

Dibêjin kesên ku dererê (ji rê dertên) diçin û ji refa xwe diqetin, bi tenê dimînin. Weke ku tê zanîn bi tenê mayin, bêhêzî û têkçûyîn e.Binyata vê gotinê digihîje serhatiya m...

Devê pisîkê bi kezebê negihêşt, got mindar e...

Li jiyanê birek mirovên wisa hene ku xwe li ber her tiştî, tiştên gelek erzan û bêrqîmet jî tê de, datînin. Belê dema ku ew tişt bi dest wan nakevin, vê carê der barê ew tiştê...

Qîza qereçî nabe xatûn...

Li vê dinê birrek însan hene ku her çiqas qad û asta wan ya civakî bê guherîn jî, nikarin xwe biguherînin û li gor rewşa xwe ya nû tev bigerin.Binyata vê gotinê digihîje serha...