Weşanên Helwest

Weşanên Helwest

Weşanên Helwest

Weşanên Helwest di sala 1992 de li Stockholm/Swêdê bi fermî hatiye damezrandin. Ev 30 salin ku ew weşanxane pirtûkên kurdî û tirkî diweşîne. Digel ku car caran pirtûkên tirkî biweşîne jî giraniya weşana wê bi kurdî ye. Weşanxaneyê du kovarên xweru bi kurdî jî weşand. Lê ji ber sedemên teknîkî û aborî weşana herdu kovaran rawestand. Weşanxaneya Helwest li gor zagon û peymanên fermî ên Swêdê û ên bazirganiya navnetewî li tevahiya cîhanê dikare pirtûk çap bike û bifroşe. Weşanxane hem li Swêdê û hem li Tirkiyê pirtûk çap dike û difroşe. Hejmara pirtûkên ku ji weşanên Helwest derketine ji 60tî bihurîne. Digel pirtûkên nivîskarên kurd gelek pirtûkên wergerê jî ji alî weşanxaneyê ve hatine wergerandin û weşandin. Pirtûkên Shakespeare, Çexov, Xelîl Cibran û gelekên din bi wergêra kurdî hatine weşandinê. Weşanxane jiyana xwe a weşanê didomîne û sale çend pirtûkên kurdî diweşîne.

Stockholm
candname1@gmail.com
+46 76 209 23 52
epirtuk.com