Nûbihar

Nûbihar

Nûbihar, hem kovar e, hem jî weşanxane ye. Ji alîkî ve em du heb kovaran derdixin, ji aliyê din ve di cûrbecûr kategoriyan de kitêban diweşînin. Weşanxaneya Nûbiharê di Adara 1992yan de ava bûye. Di Cotmeha 1992yan de jî kovara Nûbiharê dest bi weşana xwe kiriye. Ji sala 2014an virde jî em kovara bihekem Nûbihar Akademiyê derdixin. Weşanxana Nûbiharê û Kent Işıkları Em kitêbên xwe hem bi navê Nûbiharê, hem jî ji sala 2003yan virde bi navê Kent Işıkları diweşînin. Di cûrbecûr kategoriyan de, di bin navê van herdu weşanxaneyan de, me heta niha ji 360î zêdetir kitêb weşandine. Kategoriyên ku me bi wan kitêb weşandine ev in: Dîrok û Lêkolîn, Klasîk, Ferheng û xebatên zimanî, Dînî, Kurdolojî, Jînenîgarî û Portre, Edebiyat/Roman-Hîkaye-Çîrok-Helbest, Înşa/Ceribîn, Xebatên Edebî, Çand û Folklor, Zarok û Edebiyata Zarokan. Di pêşerojê de em dixwazin van kategoriyên xwe dewlemendtir bikin û cûreyên nû li weşangeriya xwe zêde bikin. Hinek taybetmendiyên weşangeriya Nûbiharê hene. Yek ji wan ya herî balkêş: Em bi herfên Erebî jî kitêbên Kurdî diweşînin. Em dizanin, di nava Kurdan de medrese cihekî gelek muhîm digrin. Edebiyata Kurdî, şairên Kurdan yên bingeha Edebiyata Kurdan danîne tev ji medresan derketine. Nûbihar di dema îro de weke medreseyek modern, bi cûrbecûr kitêbên ku weşandine hem xîtabî nifşên îro, hem jî bi kitêbên xwe yên herfên Erebî xîtabî mensûbên medresan dike. Bi hawî Nûbihar, di navbera do û îro de weke pirekê dixebite.

Zeyrek Mahallesi, Serdab Sk. 26/3, Fatih / İSTANBUL
info@nubihar.com
0 212 519 0009
www.nubihar.com