Dirûxe di bin baskê balefiran de taxên bajêr

Herî pirr li jêr, tarên misilmanan!

Fer fer in qumrî, çivîk qefl qefl diteriqin!

Ji hezar salî û vir ve de Şerê Ihûd!

Ez Hewlêr im, tu Beyrûd

Kîjan keştî dê bar bike waqa însanan?

Li ber Hîmê Girî rondikên Mûsa

Kîjan xak ne Quds e, kîjan bajar ne minewwer?

Min welatek divê, herûwer!

Li çola Ken'an, li berpalên Cûdî

Çîroka şer ji Harût û Marût

Ez dibêjim Hewlêr im, Qebbanî

Tu dibêjî: Ene Beyrûd!