Rêya kezebê tune...


Di vê gotinê de peyva “kezeb” ji bo dê û bavan di wateya zarok de 
hatiye bikaranîn. Di zargotina Kurdan de, ji bo dayik û bavan kur an keç 
kezeb e. Dibêjin, dema ku zarokên mirov her çawa bin, çiqas ji yê xelkê 
xirabtir û nebaştir bin jî, mirov nikare dev ji wan berde û hêviya xwe ji 
wan bibirre. Her çi şert û mercê de be jî, zarokên te çiqas ji te re xirab bin 
û neqenciyê bi te bikin jî tu nikarî pişta wan berdî û di tu qadên jiyanê 
de nikarî êşaniya wan bixwazî.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya dayik, bûk û lawê ku çîroka wan 
gelek sosret û balkêş e:


Dibêjin,

Carek ji caran, di demeke kevnar de xortekî nû zewicî hebû. 

Ew û dayika xwe ya pîr bi hev re dijiyan. Jina wî qet hej xasiya

xwe nedikir, bûkê dixwest ku ew di zikî wê de be, ew jî di bin heft 

tewk erd de be. Ewqas ku bi xasiya xwe ve diqehirî û hesûdiya 

wê dikir; wekî pêşiyan gotî, bi goştê wê nexweşî dikir. Piştî ku Xwedê çend zarok dane wê, êdî di mala mêrê xwe de jî di dilê mêrê 

xwe de jî cîhê xwe saxlem û qeyîm kir pêve, rojekê ji mêrê xwe re 

got: “Biçe diya xwe bikûje, dil û kezewên wê ji min re bîne ku ez 

li ser sêlê bipijim û bixwim.”

Lawê pîrê şaş û metel ma. Berê got qey jina wî tinazê xwe dike. 

Dema ku fêm kir jina wî bê henek dibêje, gelekî qehirî û got:

-Malmîratê, ma te carna bihîstiye ku hinan dayika xwe seba 

kêfa jina xwe kuştiye?

Jina wî got:

-Çare nîne, heke ku tu nekî ez li ba te rûnanim.

Lêwik gelek li jina xwe hez dikir, bi wê bextewar bû, lê dîsa jî 

got:

-Tiştê ku tu dibêjî ne tiştê bûyinê ye, dev jê berde. Emê dayikê 

ji xwe veqetînîn. Ew li mala xwe, em li mala xwe.

Jinikê ew yek nepejirand. Got:

-Na. Heke tu nekî ezê biçim mala bavê xwe, careke din tu rûyê 

min jî nabînî.

Lêwik vir de kir, wê de kir, rê li ber wê neanî der. Rûnişt, kumê 

xwe da ber xwe, di dilê xwe de ponijî. Ne dikaribû ji jina xwe, ne 

jî ji dayika xwe bibore. Herdu rûhev kirin, ji xwe û xwe re got: 

“Dayik têra xwe jiyaye, heye çi ye, tunebe çi ye? Niva lingekî wê 

di kortê de ye. Xwedê min efo bike, ji bo xiranekirina koziya xwe 

ezê daxwaza jina xwe pêk bînim.”

Li ser vê biryarê, rabû dayika xwe bir cîhekî xalî û kuşt, kezewa wê derxist û anî da jina xwe. Jina wî rabû, agir li tifikê şên 

kir, sêla nan da ser agir, kezewa xasiya xwe danî ser sêlê ku bipije. 

Mêrê wê dest avête sêla sor, tiliya wî şewîtî. Ji şewata tiliya lawik 

re, kezewa li ser sêlê hilpekî, qîr kir û got:

“Agir ket mala min, destê kurê min şewitî!”

Li ser vê yekê, lawik di dilê xwe de got: “Heke kezew wekî 

min bê wijdan be jî rêya kezewê tune.” Rabû jina xwe berda, got: 

“Heke giyana min di bin lingê te de be jî, bi vê rênca dil, ez nikarim bi te re biborînim.”