Aqilê ku feyda wî li xwediyê wî nebe, 
li kesî nabe...


Gel dibêje, lazim e kesên xwedî feraset û totik di tengiyê de nemînin 
û astengên wî/wê nebin. Dema kesekî aqildar di tengasiyekê de bimîne, 
her çiqas xwedî aqil û zanîn be jî, çima ku kêmasiya xwe çareser nekiriye 
gel bi wî emel nake.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya kesekî aqildar û xizan:


Dibêjin,

Carek ji caran, ji salan salek gelek xweş û bi bereket hatibû. 

Piştî bênderan mirovekî xwedan zevî ku hal û wextê wî rind bû 

çiwalek genim li bergîra xwe bar kir, bixwe jî li ser siwar bû û berê 

xwe da warê dostekî bavan. Zilam xwest ku wî genimî bibe mala 

dostê bavan, bergîra xwe ajot, da rê û çû. Dema paleya geniman64

e, dinya gelek germ e. Bixwe jî bergîra wî jî tî bûbûn. Wê demê 

di ber gundekî re derbas dibû. Zilam xwest ku vêsekê bi xwe û 

bergîra xwe de, piyanek ava sar vexwe, bergîra xwe jî av bide. Bi 

ramanê serê bergîra xwe dagerande nava gund. Dema dikeve 

nava gund, bala xwe didê ku çend zilam li ber siya dîwarekî rûniştine. Xwe li wan girt û çû. Dema hat cem wan, silav da, ji bergîra xwe peya bû. Gundiyan ji bo wî cihek nimandin. Zilam rûnişt, 

ji bo xwe û bergîra xwe av xwest. Gundiyan av ji wî û bergîra wî 

re anîn. Bergîra wî avdan pêve, zilam xatir ji wan xwest ku biçe. Ji 

wan zilaman yekî ji wî pirsiyar kir:

-Barê bergîra te çi ye?

Zilam got:

-Aliyek genim e, aliyê din jî ji bo hevsengiyê, bi qasî genim 

kevir e. Gundiyekî bi destûra zilam, barê wî danî, kevirên wî li 

wê derê qumç kirin. Genimê wî kir du qeta, her milekî bar hindek 

genim lê danî û ji nû ve hevsengiya bar pêk anî. Xwediyê gênim li 

bergîrê siwar kir, hefsarê bergîrê da destê wî û got:

-De bi xêr biçe û ji te re oxir be. Dema bergîra zilam meşî, zilam li ser bergîrê fikirî û di ber xwe de got: Zilam gelekî hişyar û 

jîrek e, barê min ji min re sivik kir. Heke ez heft salan bifikiriyama 

min nedikarî wî aqilî bikim, kî çizane bi wê jîrekiya xwe zilam 

çiqas dewlemend û xwedî mal e? Hizr û ramanên der barê jîrekiya wî zilamî de, di serê wî de çûn û hatin. Gelek fikirî, jîrekiya wî 

ji wî re bû meraqeke gelek mezin. Zilam bi meraqa xwe nekarîbû, 

biryar da ku careke din vegere gund û wî zilamê jîrek vepirsîne. 

Serê bergîra xwe dagerand, ewqas rê bi şûnde hat, dîsa li ber wî 

dîwarî rawestiya. Ji wî zilamê ku barê wî sivik û xweş kirî re got:

-Ez lêborîna xwe dixwazim, min bi meraqa xwe nekarîbû, 

loma ez bi şûnde vegeriyam! Vê carê ewên li wir meraq kirin ku vî 

zilamî meraqa çi kiriye.

Zilam berdewam kir:

-Ez di rê de gelek fikirîm, min ji xwe û xwe re got: “Ew zilam 

gelek jîrek û hişmend e, kî çi zane çiqas serwet û malê wî heye?” 

Ez dixwazim hinekî din te nas bikim.

Zilam got:

-Wele ezbenî, ez û pîreka xwe bi tenê ne. Li ser rûyê dinê, ne 

dareka min a ajdayî, ne jî buhostek zevî û çandiniya min heye. Ez 

roj dikim, roj dixwim…

Dema ku zilam wisa got, zilamê li ser bergîrê hate xwarê. Dîsa 

genimê xwe kire çiwalekî, aliyê barê xwe yê din jî wekî berê bi 

kevirên xwe tije kir, li ser barê xwe siwar bû û got:

-Aqilê ku feyda wî li xwediyê wî nebe, li kesî nabe. Barê min 

wiha giran be hê xweştir e. Bergîra xwe ajot, dev da rê û çû…