Emanet, heta qiyamet...


Li gorî kevneşopiya Kurdan, emanet, pîroz tê qebûlkirin û xiyanet li 
tiştê emanet nayê kirin. Di jiyana Kurdan ya civakî de gelek nirx hene ku 
her yek weke qadekê ye. Ji wan qadan yek emanet e. Dema peywir û erka 
kesekî ya di civakê de di kîjan astê de be jî (baş an xirab) nikare xiyanetê 
li emanet bike.
Binyata vê gotinê diçe digihîje serhatiya kesekî diz ku serhatiya wî 
gelek balkêş e:


Dibêjin,

Carek ji caran, dizekî bi navê Elo yê gelekî bi nav û deng hebû. 

Rojekê Elo, ji bo nihêrîna der û doran, di berbanga kûr de, ji mala 

xwe derket. Xwe berda kolanên çarşiyê. Çavê xwe li der û beran 

digerandin, ka dê bikaribe ji xwe re çi bibe, çi nebe. Wê demê ji 

aliyê kolanê yê jêrîn ve zilamek li ber çavên wî ket. Elo ew şopand, 

kete peyî wî û çû. Elo, ji tiştê li destê wî camêrî fêm kir ku ewê biçe 

hemamê. Elo hinekî din bi baldariyeke hişyar ew şopand. Dinê hê 

tarî bû, dema ku mirov bala xwe baş nedaya kesekî, nedikarî wî 

baş nas bike. Ji bo ku Elo xwedî gelek ceribandinan bû û di karê 

xwe de jêhatî bû, di pêşdîtina xwe de şaş derneket. Zilam rast çû 

ber deriyê hemamê. Wê demê hevalekî wî rast hat, silav û merheba li hev kirin. Wê demê Elo nêzî wan bû. Hevalê zilam xatir ji 

wî xwest, zilam fêm nekir, daxwaz kir ku kîsê xwe yê ji diravan 

tije û tiştên xwe yên din ên biqîmet bispêre wî. Li kêleka xwe tiştê 

xwe dirêjî hevalê xwe kir. Lê hevalê wî êdî çûbû. Elo şûna hevalê 

wî zilamî tijî kiribû. Loma zilam tiştê xwe li şûna hevalê xwe da 

destê Elo. Elo tiştê wî zilam ji dest girt.

Zilam bi qesta hevalê xwe, bi nezanîn ji Elo re got:

-Heta ez derketim ew tişt emanetê te ye. Zilam bi dilê rehetî 

çû hemama xwe. Emanetê wî di destê Elo de ma. Elo ji xwe bawer 

u şêlandin dê ewqas bi rehetî bibe. Kete tefekurê, keser li 

ser keserê kişand. Ji bav û kalê xwe bihîstibû ku, “Emanet heta 

qiyamet.” Ji aliyê din ve jî, bê ked û bê zehmet, nan hatibû derî. 

Nedizanî ku dê çi bike. Raman li ser ramanê hate Elo, mêjiyê wî 

belawela bû, ne karibû ku biçe rê li ser xwe wenda bike, ne jî 

dixwest ku nanê hatî ber dêrî, ji devê xwe derxe. Di nav dudiliyê 

de keser li ser keserê hate Elo. Elo, di wê hênikahiya sibê de li 

ber deriyê hemama reş xwî da. Di dawiya dawîn de biryar da ku 

emanet dîsa sax û selamet bispêre xwediyan. Wisa li ber deriyê 

hemamê rawestiya. Dema xwediyê emanetê hat, Elo ber bi wî ve 

çû. Tiştê wî dirêjî wî kir û got:

-Ewe tiştê te… Zilam ew nas nekir, got:

-Tu kî yî? Elo got:

-Ez diz im. Zilam şaş ma. Got:

-Ew tiştê min bi te re çi digere? Elo got:

-Dema te tiştê xwe dirêjî hevalê xwe kir, ew çûbû, ez ketibûm 

dewsa wî. Te jî di hingûra sibê de, li şûna hevalê xwe tiştê xwe 

sparte min.

Hiş ji serê zilam çûn, careka din heyîrî, got:

-Ku tu diz î, nan hatibû ber lingê te, te çima ji nû ve li min 

vegerand? Elo got:

-Ezbenî, ez li hizra şêlandina te bûm, min gelekî tu şopandî. 

Lê dema ku te tiştê xwe sparte min, rengê bûyerê guherî. Ez fikirîm ku, li emanet nabe xiyanet. Ez diz im, lê ne bênamûs im…