Mî bi lingê xwe; bizin bi lingê xwe...


bawerkirin ku herkes ji qencî û neqenciya xwe berpirsiyar e. Di zargotina Kurdan de di vê mijarê de gelek gotinên din ên giranbiha jî hene. Ji wan çendek weke yên li jêr in:
-Çê kiro b’xwe kiro, xirab kiro b’xwe kiro.
-Tu çi bixî beroşê, ewê were kevçiyê te.
-Tu çi biçînî tê wê hilînî.
-Kê genim çandiye û ce hilaniye?
Heger em vegerin ser mijara xwe, binyata vê gotinê digihîje serhatiya du birayên hev ku ji wan yek qenc e ê din neqenc e:


Dibêjin,

Carek ji caran, du bira hebûn û herdu bira li bajarekî dijiyan.

Ji wan herdu birayan yek dewlemend, ê din jî xizan û neçar bû.

Birayê dewlemend kesekî ji heval û hogirên xwe re nerast û neqenc bû. Ku bi kê re danûstandin kiribû, her xisar û neqencî bi wan kiribû. Hemû kesên ku ew nas dikirin, ji wî bi gazind û bi gilî bûn. Ji ber vê yekê birayê neçar, neçariya xwe ji bîr kiribû. Ji ber bûyer û neqenciyên ku birayê wî bi xelkê kirî ve her dem rûsar, xemgîn û nerehet bû. Heval û hogirên li dor aliyên wî gelek ji wî hez dikirin û rûmeteke giran li wî dikirin. Lê dîsa jî carinan tu kesî ew rûken û kêfxweş nedîtibû. Her dem xemgîn û mitrî bû, rewşa wî bala hevalên wî jî kişandîbû.

Dibêjin, birayê qenc û neçar rojekê di ber deriyê dikaneke qe-sawan re diborî. Wê demê bêhnek fireh hate wî û keniya. Kenê wî gelek li ecêba pêşekarên wê semtê çû, ziviriyan pêşiya wî. Ew dagerandin û yekî ji wan got:

-Ewqas sal in em hevdu nas dikin, tu di ber dikanên me re derbas dibî û me tu caran nedîtibû ku tu bi tiştekî keniya yî. Tu bi xatirê Xwedê û ji me re bibêje. Bûyera ku kenê te anî çi bû, ji me re bû meraqeke mezin?

Got:

-Dema ku di hinavê min de hesteke rûxweşiyê an kenînê çêdi-be, neqencî û neheqiyên ku birayê min bi xelkê kirî tên bîra min û rûyê min vedikêşiya û xem dihate rûyê min. Lê îro, dema ku ez ji ber dikana qesêb re derbas bûm, bala min kêşand, bi çengelên wî ve rêz bi rêz laşên heywanan hatine dardakirin. Min bi sosret dît ku mî bi lingê xwe, bizin bi lingê xwe ve hatine dardakirin. Loma ez keniyam.