Ha li çiyayê Mûşê, ha li pişta darê dergûşê...


Tiştek an rûmetek çiqas girîng û giranbiha be jî ku mirov xêrekê an jî mafekê lê nebîne û ne li gorî mafê mirov be, dûr û nêz ferq nake.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya jin û mêrekî ciwan:


Dibêjin,

Jin û mêrek hebûn, rojekê jin ji mêrê xwe dixeyîde. Dema ku dibe êvar, nivînên xwe û mêrê xwe ji hev vediqetîne. Jinik du qat nivîn radixe û dergûşa zarok dixe navbera herdu nivînan. Mêr li aliyekî dergûşê, jin jî li aliyê din dikevin nav nivînan da ku razên. Xewa mêrik nayê, dibêje:

-Hayhayî…

Jinik dengê xwe nake. Vê carê mêrik dibêje:

-Ax, ax…

Jinik dibêje:

-Mêrik, dîsa çi bû, tu wisa di kûr de axîn û keseran dikşînî?

Mêrik dibêje:

-Jinik ez şeva din li ku bûm, ez îşev li ku me? Ez nekim axîn kî bike axîn?

Jinik dibêje:

-Tu şeva din jî îşev jî di bin vê banê de li heman odê bûyî. Hey Xwedê mala te xira kiro, di navbera me de bi tenê ew darê der-gûşê heye!

Mêrik dîsa axînek kûr dikişîne û dibêje:

-Jinê, kezîkurê! Piştî ku em ji hev dûr man, ha li Çiyayê Mûşê, ha li paş darê dergûşê, ma çi ferq heye…