Gur kera min xwar,
jê re namîne, lê ez bê ker mam...


Li gor baweriya Kurdan a civakî, tu kirinên xirab bê bersiv namînin
û ya tu kesî jî ji kesî re namîne. Dema yek neqenciyekê bi te bike, divê ew neqencî ji wî re kar nemîne. Lê piştî ew neqencî bi te bû û ku te ji ber wê neqenciyê gelek tengasî û astengî dîtin û pêve, neqenciya ku bi neqenc bibe, xesareta ku te dîtî ji holê ranake.
Binyata vê gotina ku wateya wê dada îlahî dihêwirîne, digihîje serha-tiya etarekî (çerçî) belengaz û gurekî:


Dibêjin,

Rojek ji rojên zivistanê, etarekî belengaz ji gundekî diçû gun-dekî din. Dera ku dikir biçê hê dûr bû, dinê gelek sar û cemidî bû. Dest û pêyên wî qefilîbûn. Etar bi kera xwe û barê ser kerê ve hat ber boriyekê, etar bala xwe dayê ku şikefteke weke jûrekê li wir e, xwest ku agirekî dade, vêsekê bide xwe û kera xwe.

Ker bire şikeftê, barê wê ji ser danî, corê wê yî alifê bi ser ve kir. Derket derve ku hinek qirş û qal kom bike da ku pê agirê xwe dade. Ji şikeftê dûr ket, nihêrî ku dareke gûvîjê ya hişk li wir e. Çend gulî ji wê jêkir pêve darên xwe dan ber hembêza xwe, ve-geriya şikeftê. Dema ku di deriyê şikeftê re kete hundir, bala xwe dayê ku ker li wir nîne. Bi tenê xwîn heye, êzingên wî yên di dest de ketin. Li erdê nihêrî. Fêm kir ku gur hatiye kerê, ew kuştiye û bi erdê re xirikandiye û biriye.

Hema bi lez bi peyî kera xwe ket, çend gava çû pêve dît ku hefsar, palan û çend pûrt ji laşê wê li şûna kerê mane û gur li wir nîne. Hefsar û palana wê rakir, xemgîn û dilbikul, tiştê xwe yê etariyê hilda milê xwe, ber bi dera ku dike biçê ve meşiya û çû...

Gelek westiya bû, êdî nêzikî wî gundî bûbû. Nihêrî ku çend nêçîrvanên hêja tîr û kevanên wan li pişta wan, gurek kuştine û

ben kirine lingên wî, li pê xwe dixirikîne û dibine. Hinekî xwîn hate rûyê etar, kêfa wî xweş bû, di ber xwe de hem bişirî, hem jî ponijî û got:

-Gur kera min xwar, jê re nema, lê ez bê ker mam…