Dengê Bilûrê

Çûko, bi lez çû bilûra xwe ji destê Gur stend. Dema rahişt bilûra xwe şabaşîyek ji bo teyrên berata lêxist. Ji piştgirîya dengê balindeyên nêzî xwe hemû tirsa xwe ji bîr kir. Vê carê bi wêrekî meqamê wîtwîta xwe guherand bi qebqebê.

Gur ji tirsa canê xwe, kîsê li pişta xwe avêt erdê û ji wir revîya… Çûkê Bilûrvan bi dû Gur de, bi dengekî jixwebawer got:

  • Gurê newêrek, nereve!

Çûko, bilûra xwe ber bi esmanan ve bilind kir û ji eşîra teyr û tilûran re got:

  • Bijî berxwedana hunermenda!

Çûkê Bilûrvan, çû devê kîs vekir û yeko yeko hevalên xwe yên reqsok jê derxistin…

Dema ku hemû ji kîsê Gur derketin, ji kêfa reqisîn û çûn spasîya Çûkê Bilûrvan kirin û ew maçî kirin.

Hemûyan, cil û bergên xwe yên qermiçandî li hev rast kirin û dest bi kêf û şahîyê kirin.

Dîklan Axa, kete serê govendê û bi dengê bilind, ezbere got:

  • Govenda xwe bikin yek! Ka em xweş bala xwe bidin dawetnameyê, em bibînin kî tê kî nayê! Belê va ez dixwînim, ez navê kê bibêjim bila sê gavan bi pêş, duduyan bi paş de bavêje…


Rêzdar Dîklan Axa!

Em dixwazin tu werî daweta me. Tu serê biskê û sergovendê me yî. Em bêyî te û hevalên te nikarin govenda xwe geş bikin… Em li benda cenabê te Dîklan Axa û Mirîşka Zerîetê û Qaza Delal û Werdeka Serkanîyê û Çûkê Bilûrvan in. Ne kêm û ne zêde, bi hatina we hemûyan, emê pir kêfxweş bibin. Def û zirne li benda hatina we ye.

Noko û Nîskê

Mirîşka Zerîetê û Qaza Delal û Werdeka Serkanîyê dest bi lîlandinê kirin… Piştre tiştek hate bîra Çûkê Bilûrvan û govend sekinand û got:

  • Dîklan Axa, ka te negot dawet saet di çendan de ye?

Dîklan Axa, dîsa bala xwe da dawetnameyê û got:

  • Belê, va ye nivîsandine ku saet di heftê êvarî de dest pê dike… Haydê em biçin…

Hemû rabûn di rêya xwe de meşîyan û bi hev re gotin:

“Noko, Nîskê… Golika xalo Çû pişt malo. Ne gura xwar Ne diza bir.

Go urrr, hat malo.”